"Ev pêvajoya Ayasofyayê ji bona me meseleya desthilatdariya navxweyî ye"

Serokomar Erdogan der heqê li Mizgefta Ayasofyayê nimêja înê ya ewil da got ku li wir wê encax cimaeteke derdora hezar û hezar û 500 kesan da çêbe.

"Ev pêvajoya Ayasofyayê ji bona me meseleya desthilatdariya navxweyî ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ev pêvajoya Ayasofyayê ji bona me meseleya desthilatdariya navxweyî ye."

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hz. Elî kir û peyra pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan der heqê li Mizgefta Ayasofyayê nimêja înê ya ewil da got ku li wir wê encax cimaeteke derdora hezar û hezar û 500 kesan da çêbe.

Erdogan der barê ji bona îbadetê vekirina Ayasofyayê û bertekên tên dayîn da diyar kir tu bertekên ku ji dervayî welêt tên wan eleqedar nakin û got ku ev pêvajoya Ayasofyayê ji bona me meseleya desthilatdariya navxweyî ye, ev meseleya desthilatdariya me ya navxweyî ye û tu kes nikare midaxeleyî wê derê bike.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Ayasofya ji zincîra bindestiyê rizgar bûye û got ku esas ev zincîr hatiye jêkirin û hatiye avêtin û wiha dewam kir: "Ya rast di salên ciwaniyê da ev xeyala me ya herî mezin bû. Ji ber ku me xeyala xwe ya salên ciwaniyê jî bi cî aniye em kêfxweş in."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbeycanê diyar kir teqez Azerbeycanê tenê nahêlin û wiha got: "Qerebax di bin dagirkeriyê da ye. Sêaliyên Mînskê qederê 25-30 sal in ev mesele li ser maseyê hiştine."

Erdogan der barê guherîna di tezmînata qidemê da tê kirin da got ku di mijara tezmînata qidemê da heta rewşeke adil çênebe rast û adil nîne ku bi vî awayî gav bên avêtin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê rewşa li Lîbyayê da diyar kir heta niha li Lîbyayê kîjan berpirsyarî hildabin ji vir bi şun da jî wê heman berpirsyariya xwe bidomînin û wiha axivî: "Em ê xwîşk û birayên xwe yên ji Lîbyayê tenê nehêlin. Pêwendiya me ya bi Lîbyayê ra pêwendiyeke ji 500 salî bêtir e."

Erdogan der heqê mijara di Eyda Qurbanê da qedexeya derketina derva da jî wiha peyivî: "Ji bona Eyda Qurbanê zehmet e ku gavek wiha bê avêtin, lê wê Lijneya Zanistê binirxîne û helbet em jî dikarin meseleyê bi Lijneya Zanistê ra parve bikin. Helbet şert û mercên Eyda Qurbanê zehf cuda ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE