"Ev rêbej di çûyîn û hatina Îstanbulê da wê ji bona wesaîtan rehetiyeke mezin çêke"

Erdogan diyar kir di warê rêhesinê da li welatê xwe xetên trênên lez û hê leztir çêkir û got ku înşellah em ê sala were jî xeta trêna lez ya Ankara-Sivasê vekin.

"Ev rêbej di çûyîn û hatina Îstanbulê da wê ji bona wesaîtan rehetiyeke mezin çêke"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Rêbeja Marmaraya Bakur da got ku ev rêbej di çûyîn û hatina Îstanbulê da wê ji bona wesaîtan rehetiyeke mezin çêke.

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirinê ya Beşa 6emîn ya Rêbeja Marmaraya Bakur bû.

Serokomar Erdogan got ku Rêbeja Marmaraya Bakur di çûyîn û hatina Îstanbulê da wê ji bona wesaîtan rehetiyeke mezin çêke.

Erdogan diyar kir gava hatine îqtidarê li welatê wan tenê 6 hezar û 100 kîlomêtro riya dabeşkirî hebû û wiha got: "Me ev mesafe derxist 28 hezar kîlomêtroyî. Me dirêjiya rêbejê hema hema du qat zêde kir."

Serokomar Erdogan destnîşan kir tenê ji bona xizmetên rê û gihandinê di 18 salan da ji 880 milyar lireyî zêdetir çavkanî xerc kirine û got ku me binesaziya gihandinê ya Türkiyeyê li gor hedefên xwe yên 2023yan çêkir.

Erdogan diyar kir di warê rêhesinê da li welatê xwe xetên trênên lez û hê leztir çêkir û got ku înşellah em ê sala were jî xeta trêna lez ya Ankara-Sivasê vekin.

Serokomar Erdogan der barê veberhênanên navneteweyî da got pêngav û pêşketina herî mezin wê di heyama were da çêbe û wiha axivî: "Türkiye di mijara bazirganiya nav parzemînan da wê bibe xaçerêyeke sereke û ev serfirazî jî wê bi kêrî tevahiya 83 milyonî bê."

Erdogan destnîşan kir biryardar in ku bidin qebûlkirin Türkiye dewleteke wisa ye ku di emilandina mafên xwe yên desthilatdariyê tu zemanî dudiliyê nake.

Serokomar Erdogan diyar kir bi awayekî zexim bi vê îqlima biratiyê digirin ku bi saya wê gelek zor û zehmetiyan derbas kirine û wiha got: "Ez ji kesên dixwazin welatê me bidin teslîmhildan ra dibêjim. Em ê hê xweziyên we di ber we da bihêlin."

Erdogan der barê trêna îxracatê ya şandine Çînê da got ku heger ji wezaretê bipirsin wê demildest sedema wê hîn bibin, lê ji bona êrîşî hikûmetê bikin mijareke biçûk diemilînin.

Erdogan diyar kir trêna îxracatê trêna wan ya li Halkaliyê karûbarên gumrikê temam kir li her rawestgehê ciyê xwe şand û di 12 rojan da gihîşt Çînê.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di mijara berhemê da, di mijara ximetê da û di mijara projeyê da amade ne ku bi her kesî ra bikevin pêşbaziyê û got ku ji bilî vê xêra tu pozberiyê bi kêrî welêt nayê û em xwedî vê qinaetê ne.

Erdogan diyar kir pêvajoya budçeyê ku ji bona xizmeta gel û welatê me wasite ye bi awayekî tekûz meşandine.

 Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser şewata li nexweşxaneya li Gazîentabê der ket û wiha peyivî: "Rihma Xwedê li welatiyên me be. Serê malbatên wan sax be. Xwedê me ji felaketên wiha mihefeze bike."

Erdogan di berdewamiyê da diyar kir sala 2023yan wê bibe serfiraziyeke nû ya Îtifaqa Cumhur û got ku înşallah em ê hemû sozên xwe yên ku me da miletê xwe bi cî bînin û bi rûyekî spî bigihêjin 2023yan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE