Piştî tevdîrên dawî yên koronavîrûsê, li seranserê Turkiyeyê xwendekaran dîsa dest bi dersên onlînê kir. xwendekarên taybet jî li gorî hewcedariyên xwe, li ser înternetê dersên xwe taqîp dikin.li Tuşpaya Vanê li vê dibistana taybet jî dersên online tên dayîn.
Ew jî wekî bi hezaran xwendekaran dersên xwe li ser înternetê dişopînin.
Ev dibistana taybet a li Tuşpaya Vanê, dibistaneke xwendekarên taybet e.
Mamoste Sînan Çam ders dide biçûkên ku nabihîzin.
Ji bo ku nikarin bibihîzin, di nav xwe de bi îşaretan dipeyvin.
Ji bona vê ji bo dersan divê kamera û înterneteke başhebe.
Her çiqas weke perwerdeya li dibistanê nebe jî xwendekar bi saya dersên onlînê ji heval û mamosteyên xwe dûr nakevin; tiştên ku hîn bûne dubare dikin.