Ewilî TRT KURDÎ çû gundên Helebê

Ji ber şer û pevçûnan hemû avahî xira bûne.

Ewilî TRT KURDÎ çû gundên Helebê

Li bajarê Helebê di navbera mûxalif û rejîma esed de şer û pevçûnên dijwar qewimîbûn. ewilî ekîba TRT Kurdiyê gundê biyenûnê û rewşa gund û niştecîhên wê derê kişand. xelk ji ber erîşan bêçare maye û nikarin tu tiştî peyda bikin….

Ev der gundê Biyenûnê ye…

Di navbera mûxalif û rejîma Esed de sînor e.

Beriya şer li gundê Biyenûnê zêdetiri 100 mal hebûn.

Niha li gund sê çar mal tenê mane.

Ew jî ji bo ku feqîrin û nikarin biçin herêmên ewle li wirê mane.

Cara ewil Ekîba TRT KURDiyê çû vî gundî û rewşa gund û gundiyan kişand.

Gund ji sê aliyan hatiye dorpêçkirin.

Li gund ne ceyran heye ne jî av ….

Xelk nikare tu tiştî peyda bike.

Sûheyla Elîdo jî ji gundiyan yek e.

Sûheyla 70 saliye û dibêje li vir jiyan nemaye û pir zor e.

“ ji ber ku pereyê me tuneye em nikarin koç bikin. tenê xwedayê me heye. mêrê min di erîşa fosforê de mir. zarokên me li cem me ne. xwedê me diparêze. niha em li vir qedera xwe dijîn. tirkiyê ji bo me tişten baş dixwaze lê em nikarin bawerî tu kesî bikin. em ê li vir bimînin û li ser axa xwe bijîn.”

Kurê Sûheylayê Adîl Elîdo jî got gundê wan ji sê aliyan hatiyê dorpêçkirin lê ê dîsa jî ji gundê xwe dernekevin.

“em li gundê biyenûnê dijîn. gundê ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin. me dîsa jî gundê xwe neteriqand. em ji bo axa xwe ji bo şere û namûsa xwe li vir in. ji xeynî vê li vir jiyan pir zor e. ne cil û bergên zarokan hene ne dibistan ne jî nexweşxaneyek. em dixwazin bila nexweşxane û dibistan werin vekirin.”

Ev der Navçeya Kefer Hamre ye.

Xanî li ser xanî ne meya.

Hemu avahî hatine hilweşandin.

Ji ber erîşan tu kes liv ir nemaye û koçî herêmên ewle kirine.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE