"Ewladên ku me anîn dinê û me mezin kirin ji me sitandin"

Ji dayikên Diyarbekirê bo hemû dayikan banga di 8ê Adarê da piştgiriyê bidin nobeda ewladan

"Ewladên ku me anîn dinê û me mezin kirin ji me sitandin"

 Dayikên Diyarbekirê yên ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandî çalakiya rûniştinê dikin, bangî jinan kirin ku di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da piştgiriyê bidin nobeda ewladan.

Li Diyarbekirê dayik Hacîre Akar di 22yê tebaxa 2019an da ji bo kurê xwe Mehmet Akarê ku bi navbeynkariya HDPyê revandin çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê rûnişt û bi saya hewla xwe dayik Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe.

Têkoşîna wê ji bo dayikên dixwazin bigihêjin ewladên xwe jî bû mînak. Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçer jî li ser tevgera Akarê di 3yê îlona 2019an da li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û bi beşdariya malbatên nû va çalakiya rûniştinê ket roja 917emîn.

Her wisa hejmara malbatên ku nobeda ewladan digirin bi beşdariya malbatên nû yên ji çaraliyê welêt va derket 266an.

Bi xêra çalakiya rûniştinê ya bêrawestan 35 malbatan ewladên xwe ji nav lepê terorê derxistin û têkoşîna yên mayîn jî didome.

Malbatên ku heta niha bi xêra ziyaretên piştgiriyê yên ji nava welêt û dervayî welêt va bihêztir bûn, li bendê ku hemû jin di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da piştgiriyê bidin wan.

Îmmîhan Fîlîfirkaya ku ji bo kurê xwe Mehmet di çalakiyê da beşdar e, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ewladên wan ên ku wan bi zehmetî mezin kirin, ji wan hatin sitandin.

Nîlîfirkayê bal kişand, ew heta kurê xwe hilnede ew ê çalakiya xwe bi dawî neke û diyar kir ku ew dixwazin di 8ê Adarê da hemû jin piştgiriya wan bikin.

Nîlîfirkayê destnîşan kir ku dayik, kedkar in û wiha dewam kir, "Ewladên ku me anîn dinê û me mezin kirin ji me sitandin. Heqê wan tune ku ewladên me ji me bistînin. Banga min ji bo hemû dayikan e, bira werin û em hemû tevda ewladên xwe bixwazin. Di Roja Jinan a Cihanî da ewladên me ne cem me ne. Lewma ev roj ji bo me rojeke dilşikestî ye."

Fadime Aksuya dayik a ku ji bo kurê xwe Eren di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku ew li bendê ne ku di 8ê Adarê da hemû jin piştgiriya wan bikin.

Aksuyê bal kişand ku ew havîn û zivistan têkoşîna xwe didomînin û wiha got, "Zarokên me ji me sitandin. Jin wek beden wek ruh kuştin. Ma ka mafên jinan, ka mafên mirovan? Ez hemû jinên kedkar vedixwînim ku di 8 Adarê da bên vir."

Turkan Mutluya ku ji bo keça xwe Ceylanê ya ku 8 sal berê ji Stenbolê revandin birin çiyê, di çalakiya rûniştinê da beşdar e jî got ku ew dixwazin jin piştgiriya wan bikin.

Mutluyê got ku ew diwaze Roja Jinan digel keça xwe pîroz bike û wiha got, "Lê ewladên me ji me sitandin. Ez bangî hemû jinan, hemû dayikan dikim ku piştgiriyê bidin me û me li vir tenê nehêlin. 8 sal e ez ewlada xwe nabînim. Ma mafê dayikê ev, mafê jinê ev e? Ez Ceylana xwe dixwazim. Ez bangî hemû dinyayê dikim, bira dengê me bibihîzin."

Necibe Çiftçiya ku ji bo kurê xwe Rojhatê revandî di çalakiyê da beşdar e jî got ku ew bangî jinan dike ku di 8ê Adarê da bên û bibin hevbeşê êşa wan.

Çiftçiyê bal kişand ku ew wekî dayik di çalakiya xwe da bibiryar in û wiha got, "Tu nan ji nanê ku dayikê daye ewlada xwe mezintir tuneye. Ez bangî hemû jinan dikim ku di Roja Jinan da bên vir da ku em hemû bi hev ra ewladên xwe bixwazin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE