Ewlehî û MÎTê li hemberî DEAŞê operasyoneke hevpar kir

Ewlehî û MÎTê li hemberî DEAŞê operasyoneke hevpar kir

Li Ankarayê hêzên ewlehiyê û MÎTê li hemberî DEAŞa rêxistina terorê operasyoneke hevpar kirin, 2 terorîst hatin girtin.

Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Ewlehiya Ankarayê û Serokatiya Herêma Ankarayê ya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bi hev ra dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyonek kirin.

Di operasyonê da li malên şikbaran yên hat tespîtkirin ew li Ankarayê keşif û xebatên îstixbaratê dikin û dema ew li herêmên pevçûnê bûne jî wan di bin banê DEAŞê da êrîşên biçek kirine, lêgerîn hat kirin.

Li malên wan gelek dokumanên rêxistinê û alavên dijîtal hatin bidestxistin, A.E.E. û H.E.E hatin binçavkirin.

- Dîmenên êrîşa DEAŞê ya li Viyanayê hatin dîtin

Hêzên ewlehiyê alavên dijîtal kontrol kirin û di wan da dîmenên êrîşa DEAŞê ya di 2yê mijdarê da li Viyanayê hatibû kirin û 4 kes hatibûn kuştin, dîtin.

Di telefona berîkê ya şikbar A.E.E. da jî bernameyeke kordînatên mekanan kifş dike û bi nexşerêyeke sêalî va parve dike hat dîtin ku şikbar wê ji telefona xwe biriye.

Li ser vê pisporên bîlîşîmê bi saya xebata "vekolîna dîjîtal" gelek wêne û dîmenên şikbaran yên dema di nav rêxistinê da bûn kişandine dîtin.

Piştî karên wan ên Midûriya Ewlehiya Ankarayê ew sewqî adliyeyê bûn û hatin girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE