Ewlehiyê beriya sersalê dijî kesên araqa sexte çêdikin operasyona "Jahr-2"yê da destpêkirin

Hêzên ewlehiyê li tevahiya welêt dijî navnîşanên wek cihê çêkirina araqê û depo tên bikaranîn û bê rûhsat araqa etîl difroşin operasyoneke bi navê "Jahr-2" dan destpêkirin.

Ewlehiyê beriya sersalê dijî kesên araqa sexte çêdikin operasyona "Jahr-2"yê da destpêkirin

Bi kordînasyona Wezareta Karên Navxweyî, Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê (KOM) li tevahiya welêt dijî navnîşanên dereqanûnî yên wek cihê çêkirina araqê û depo tên bikaranîn û bê rûhsat araqa etîl difroşin operasyoneke bi navê "Jahr-2" hat destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin hêzên KOMê di çarçoveya xebatên dijî araqa sexte û qaçax yên mirovan jahrî dikin û bi dereqanûnî tên çêkirin operasyon dan destpêkirin.

Hat gotin ji bo tenduristiya gel bê parastin û cihên araqa sexte û qaçax çêdikin bên deşîfrekirin di kordînasyona KOMê da li 81 bajaran operasyona "Jahr-2"yê hat destpêkirin.

Hat destnîşankirin di 563 navnîşanên wek îmaletxane û depo tên bikaranîn da lêgerîn hat kirin û gelek kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da bal li ser operasyonên "Jahr" û Jahr-2"yê hat kişandin û hat gotin di lêgerîna 1000 navnîşanan da ji 100î zêdetir şikbar hatin binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE