Ewlehiyê li 43 bajaran operasyona dijî "sextekariyê" da destpêkirin

Ewlehiyê li 43 bajaran operasyona dijî "sextekariyê" da destpêkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku bi kordîneya Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçax a Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê va li 43 bajaran dijî komên sûcên darayî operasyona "Sextekariyê" da destpêkirin û der heqê 226 gumanbarî da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di daxuyaniya wezaretê weşand da hat gotin ku ji bo komên tevlî sûcên darayî bûne û him zirarê didin dewletê û him jî didin milet ev 6 meh e bi awayek rêk û pêk tên şopandin. Di encama lêkolînê da bi hevdemî li 43 bajaran operasyona dijî "Sextekariyê" dest pê kir.

Di encama operasyonê da ji bo 226 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn û bang li 268 kesî hat kirin ku bila werin û îfadeyê bidin.

Ji komên tevlî sûc bûne hinekan li ser zeviyên Emlaka Neteweyî belgeyên sixte amade kirine "dewletê xapandine" û "bertil dane" û tevlî sûcên wisa bûne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE