"Ewlehiya sînorê Tirkiyeyê ji bo me jî girîng e"

Alîkarê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Robert Palladîno civîna çapemeniyê li dar xist û li ser hin mijarên rojevê axivî.

"Ewlehiya sînorê Tirkiyeyê ji bo me jî girîng e"

 Alîkarê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Robert Palladîno li ser bombebarankirina Tirkiyeyê ya dijî kozikên YPG/PKKya rêxistina terorê da wiha got: "Tirkiye endamê NATOyê ye û hevkarê koalîsyona dijî DEAŞê ye. Ewlehiya sînorê Tirkiyeyê ji bo me jî girîng e."

Alîkarê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Robert Palladîno civîna çapemeniyê li dar xist û li ser hin mijarên rojevê axivî.

Palladîno li ser bombebarankirina Tirkiyeyê ya li ser xeta sînorê Sûriyeyê got ku li herêmê dibe ku eskerên Amerîkayê jî li wê derê bin û ev jî bona ewlehiya eskerê wan rîsk e û wiha axivî:

"Em endîşeya Tirkiyeyê ya ji bo sînor fehm dikin. Tirkiye û Amerîka divê vê meseleyê îstîşare bikin û bikordîne hereket bikin. Tirkiye endamê NATOyê ye û hevkarê koalîsyona dijî DEAŞê ye. Ewlehiya sînorê Tirkiyeyê ji bo me jî girîng e." 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE