Ewlekariyê beriya sersalê operasyona dijî "jehrê" da destpêkirin

Ewlekariyê beriya sersalê operasyona dijî "jehrê" da destpêkirin

Ekîbên Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê (KOM) ji bo derdestkirina 60 şikbarên hat tesbîtkirin eraqa sexte çêdikin an jî ji dervayê welêt tînin li tevahiyê Tirkiyeoperasyona "Jehr"ê dan destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku ekîbên Serokatiya Daîreya KOMê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê li dijî rêxistinên sûc ên beriya sersalê eraqa sexte çêdikin û tenduristiya gel dixin xetereyê xebat dan destpêkirin.

Ekîb ji bo deşîfrekirina îmalatxaneyên dereqanûnî eraqa sexte çêdikin û pêşîlêbirîna firotina van eraqan û girtina kesên sewqiyatê dikin operasyona "Jehr"ê dan destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê da ekîb li 342 ciyên hat tesbîtkirin bêyî rûsqet alkola etîl difroşin geriyan, 31 hezar û 343 lître eraqa sexte/qaçax 5 hezar û 220 etîket, 102 bandrolên sexte û 61 şûşe aromaya alkolê girtin.

Ji bo binçavkirina 60 kesên der heqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn jî xebat dewam dikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE