Ewlekariya Gola Wanê êdî emanetî Fermandariya Ewlekariya Qeraxan e

Ewlekariya Gola Wanê êdî emanetî Fermandariya Ewlekariya Qeraxan e

Fermandariya Botê ya Ewlekariya Qeraxan a ku ji bo astengkirina fealiyetên qaçaxçîtiya li Gola Wanê û edilandina ewlekariya li golê hat damezirandin, di heman demê da dê roleke karîger bîne cih ku nehêle qaçaxçî bi tekneyan koçberên bêdestûr derbasî parêzgehên din bikin.

Piştî qewimînên dawîn ên li Efxanistanê, tedbîrên li ser sînor û li nava welêt tên zêdekirin da ku koçberên bêdestûr ên dixwazin ji ser Îranê ra derbasî Tirkiyeyê bibin, bên astengkirin.

Li ser sînor û li nava bajêr ekîbên Fermandariya Hêzên Bejayî, cendirme, polêsên tevgera taybet, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û her wiha gundparêz kontrolên xwe didomînin.

Li bajarê ku di xebatên kontrolê da ÎHA, SÎHA, helîkopter û drone jî beşdar in, li Gola Wanê jî tedbîrên nû yên ewlekariyê hatin cîbicîkirin.

Di vê çarçoveyê da ji bo ku qaçaxçî bi tekneyan koçberên bêdestûr derbasî parêzgehên din nekin, bi telîmata Wezareta Karên Navxweyî li Wanê Fermandariya Botê ya Ewlekariya Qeraxan hat damezirandin.

Fermandariya ku cara ewil e li ciyekî ku qeraxê wê yê behrê tuneye, dest bi fealiyetê kir, dê hem ewlekariya li golê biedilîne û hem jî dê roleke karîger bîne cih ku fealiyetên qaçaxçîtiya koçberên bêdestûr neyên kirin.

Çavên unsûrên fermandariya ku li navçeya Edremîtê hat bicihkirin dê 7 roj 24 saetan li ser Gola Wanê be.

Ekîbên ku bi 2 botên kontrolê û bi tîmeke 15 kesî va derket dewriyeyê da ku herêmê nas bike, dê ji 1ê Îlonê pê va bi awayekî fermî dest bi peywirê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE