Ewlekariya peravan gihîşt hawara wan

Hindik mabû bota ku tê de 22 penaber hebûn, binav bibe

Ewlekariya peravan gihîşt hawara wan

Koçberên ku hewl didan derbasî Yewnanistanê bibin, gava ji perava Edîrneyê dûr ketin ba û bahoz derket. Li ser hawara koçberan polîsên ewlehiya peravan çûn alîkariyê. 22 koçber hatin xilaskirin.

Hindik mabû li behrê can bidin.

Koçberên ku hewl didan bi awayekî qaçax derbasî Yewnanistanê bibin ji perava Edîrneyê bi rê ketin lê ba û bahozê rê neda.

Hema li Navenda Alîkariya Lezgîn geriyan.

Botên Ewlehiya Peravan û balafirên ku li îzmîrê bi hewa ket, li behrê lêkolîn kirin.

Bota koçberan nêzî perava Enezê, li ser behrê bû.

Polîsên Ewlehiya Peravan di demekê kin de gihîştin cihê ku koçber lê ne.

Motora bota wan xira bûbû û ji ber pêlên behrê, av diçû nava botê.

Di botê de 22 koçberên Nepalî hebûn. Polîsan hema ew birin cihekî ewle.

Piştî kontrola tendûristiyê, Îdareya Koçberiyê ya Edirneyê cil û bergên germ û xûrek dan koçberan.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2020, 16:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE