Ewropaya ku hemêza xwe ji PKKyê ra vedike naxwaze Dayikên Diyarbekirê bibîne

Peywirdarên Ewropayî an jî nûnerên wan ên li Tirkiyeyê diçin danîşînên kesên ku ji ber endametiya rêxistina terorê tên darizandin, lêbelê naxwazin Dayikên Diyarbekirê ku ev zêdeyî salekê ye çalakiyê dikin, bibînin

Ewropaya ku hemêza xwe ji PKKyê ra vedike naxwaze Dayikên Diyarbekirê bibîne

Welat û çapemeniya Ewropayê helwesteke nêzîkî vegotinên PKKyê nîşan dide, lêbelê navxwaze dengê wan dayikan bibihîze ku li Diyarbekirê ji bo ku zarokên xwe ji destê rêxistina terorê derxistin, çalakiyê dikin.

PKK digel ku di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da ye, li Ewropayê bi awayekî berfireh liv û tevgerên xwe didomîne.

Vegotinên PKKyê di çapemeniya welatên wekî Almanya, Fransa, Holanda û Swêdê da bi piranî wekî "nêrîna Kurdan" tên belavkirin û wekî meşrû tên nîşandan.

Ligel vê yekê, çîrokên qurbaniyên rêxistina terorê û nûçeyên li ser Dayikên Diyarbekirê hema hema qet di çapemeniya van welatan da cih nagirin.

- Yên ku diçin danîşînên terorê, naçin ziyareta dayikan

Ev helwesta çapemeniyê ji hêla peywirdaran jî tê nîşandan. Bo nimûne Endamê Komîsyona YEyê Johannes Hahn di 2016an da digel Nûnerê HDPyê li Ewropayê Eyup Dogru ku ji ber fealiyetên terorê bi bultena sor lê digerin, hat cem hev. Her wisa li Parlamentoya Ewropayê her sal civîn tên lidarxistin ku qaşo serkirdeyên PKKyê li Ewropayê jî beşdar dibin.

Peywirdarên Ewropayî an jî nûnerên wan ên li Tirkiyeyê diçin danîşînên kesên ku ji ber endametiya rêxistina terorê tên darizandin, lêbelê naxwazin Dayikên Diyarbekirê ku ev zêdeyî salekê ye çalakiyê dikin, bibînin.

Yekane dîplomatê Ewropayî yê ku çû ziyareta dayikan, Balyozê Îngiltereyê li Enqereyê Dominick John Chilcott e.

- Terorîstan di qesran da diezimînin lê guh nadin mexdûran

Tê zanîn ku li Ewropayê yek ji welatên herî nêzîkî PKKyê, Fransa ye. Rêxistina terorê ji Serokomarê berê François Mitterrand bigire ya Serokomarê niha Emmanuel Macron ji hemû serokan ji rêyên cuda piştevanî wergirt.

Macron nîsana 2019an terorîstên YPG/PKKyî bi navê HSDyê li Qesra Elysee ezimandin û piştevaniya xwe ya ji bo rêxistinê derxist asta bilind. Di daxuyaniya Qesrê ya piştî hevdîtina nîsana 2019an da hat diyarkirin ku Macron pêbawerî da rêxistinê ku piştgiriya wan a aktîf dê bidome.

Fransaya bi serokatiya Macron ne bi tenê li Sûriyeyê li herêma ku YPG/PKKyê dagir kiriye, ji hêla eskerî hebûna xwe domand, her wisa şêwirmendên eskerî yên Fransî li Eyn Îsayê perwerde da terorîstan.

Rêveberiya Parîsê destûrê dide ku endamên PKKyê li welêt û li paytext Parîsê li meydanan xwepêşandan li dar bixin. Her wisa alîgirên PKKyê li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo berdana serokê rêxistinê bênavber çalakiyê dikin. Digel vê yekê, peywirdarên Fransî di mijara Dayikên Diyarbekirê da tu daxuyanî nedan.

- Ji bo dayikên Diyarbekirê xwe kerr dikin

Li çapemeniya Fransayê jî rewşece cuda tune. Di çapemeniya Fransayê da bi taybetî xeberên pesnê endamên YPG/PKKyê didin tên weşandin û ji bo dayikên Diyarbekirê jî xwe kerr dikin.

Bi tenê di rojnameya Liberationê da di 6ê rêbendanê da xeberek hat weşandin û hat gotin li li Diyarbekirê kêmzêde 30 malbat bi wêneyên zarên xwe va li pêşiya avahiya HDPyê çalakiyê dikin.

Di xeberê da hat diyarkirin ku malbat sûc diavjin ser HDPyê ku ji bo revandina zarokan alîkarî daye PKKyê, di xeberê da cî dan axaftina Yildiz Balliya dayik a çalakiyê dimeşîne. Balli dibêje, "Yasemîna qîza min ji sala 2014an vir da winda ye. PKKyê revand. Ez dixwazim paşda were. Heke hatibe kuştin jî cesedê wê dixwazim."

Lêbelê di vê xeberê da hat destnîşankirin ku HDP têkiliya bi PKKyê ra înkar dike û partî dibêje "qeyum tayînî şaredariyan kirin ev bi vê ra eleqedar e."

- Çapemeniya Almanan jî dayika li Almanyayê çalakiyê dike nabîne

Almanya jî wekî Fransayê ciyekî mezin dide gotinên PKKyê. PKK li Almanyayê bi fermî di kategoriya rêxistina terorê da ye ligel vê di medyaya welêt da çalakiyên terorîstên PKKyê wekî têkoşîna azadiyê tên nîşandan.

Di medyaya Almanyayê da hetanî nika wêneyên cinazeyên sivîl û eskerên şehîdkirî yên PKKyê qetil kirin nehatin weşandin lêbelê ciyekî mezin didin merasima cinazeyên terorîstan.

Maîde T. ya qîza wê li Berlînê bi destê rêxistina terorê hat revandin 11 meh e ji bo qîza xwe çalakiyê dike û ji rayedarên Alman alîkariyê dixwaze lêbelê hetanî nika tu gaveke berbiçav nehat avêtin.

Tu medyeyeke Almanyayê hetanî nika bi Maîde T. ya 11 meh e hem li pêşiya Serokwezîriya Almanyayê hem jî li pêşiya Meclisa Federal çalakiyan dike ra neaxivî, ev jî wekî nîşaneya piştgiriya medyaya Almanyayê dide PKKyê tê dîtin.

Maîde T.yê ev rexne kir û got, "Ez têkoşîna qîza xwe didim ya rastî li bendê bûm ku medyaya Almanyayê piştgiriyê bide. Lêbelê 11 meh derbas bûn tu rojnamevanekê Alman nehat nepirsî ku ez çi dikim an ji bo çi dikim. Lê dema li rojnameyan mêze dikin jî dibînin ku kirênên rêxstina terorê wekî meşrû tên nîşandan. Dizanin ku bêjin rojnamevantiya serbixwe û azadiya çapemeniyê lêbelê dema mesele tê ser wan xwe kerr dikin."

Maîde T.yê destnîşan kir ku di çapemeniya Ewropayê da dijminahiya Tirkiyeyê tê kirin û got ku "PKKyê zaroka min bir ne yekî din. Herçiqas çapemeniya Ewropa yan jî Almanyayê nexwaze bibîne jî ez ê dijî PKKyê têkoşîna xwe bidomînim."

- Dayikên Diyarbekirê bi dayikên Şemiyê ra tên muqayesekirin

Ji hêla din va çapemeniya Almanyayê dayikên ku li Diyarbekirê li ber derê avahiya HDPyê çalakiyê dikin ji nedîtinê tê.

Dayikên Diyarbekirê di çapemeniya Almanyayê da ji bilî çend xeberan cî negirt û dayik bi Dayikên Şemiyê ra tên muqayesekirin.

Wek mînak di nûçeya ku di îlona 2019an da di rojnameya Der Tagesspiegelê derket da hat gotin ku Hacîre Akara 49 salî ji bo kurê xwe Mehmetê 21 salî îxbara winda winda li polêsan kir û ji bo çalakiya rûniştinê li mêrdîvanên navenda giştî ya HDPyê rûnişt û çalakiya li Diyarbekirê bi vî awayî dest pê kir.

Di nûçeyê da hat diyarkirin ku PKK 10an sal e elemanên xwe ji nav ciwanên bêkar ên feqîr û bêçare berhev dike.

Di nûçeyê da hat diyarkirin ku dayikên li ber derê avahiya HDPyê rûdinin bi piştgiriya dewletê cesaretê didin wan û hat gotin ku dayik êvarê bi refaqata polêsan diçin malên xwe. Di xeberê da hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Navxweyî jî dayik ziyaret kirin, HDPyê jî çalakî şermezar kir.

- "Ew jî jinên Kurdan in"

Ev helwesta durû ya li Ewropayê di civîna çapemeniyê ya ku duh Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi hemtaya xwe ya Swêdî Ann Lîndeyê ra kir da jî hatibû rojevê.

Çavuşoglu bangî Lîndeyê kiribû û gotibû ku "Hûn jî dayik in, ez ji we rica dikim ka carekî herin ba dayikên ku ev salek e li Diyarbekirê li benda zarokên xwe ne, biaxivin. Ew jî jinên Kurdan in. Çima dema dibêjin Kurd hûn piştgirî didin PKKyiyan, YPGyiyan, HŞSyê. Çi gunehê Kurdên din heye?"

- Dayikên Diyarbekirê

Dayik Hacîre Akarê bi îdiaya ku kurê wê bi navbeynkariya HDPyiyan revandine serê çiyê û di 22yê tebaxa 2019an da li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Têkoşîna dayik Akara ji bo ku kurê wê nebe qurbaniyê terorê dabû destpêkirin gihaşt encamê û dayik di 24ê tebaxa 2019an da gihaştibû kurê xwe.

Paşê dayikên din jî beşdarî Akarê bibûn û heta îro 15 malbat gihaştin ewladên xwe. Nobeda 152 malbatan jî dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE