Eyda Qurbanê: Li Diyarbekirê welatî çûn ser gorên xizmên xwe

Welatiyên ku li Baglara navçeya navend serdana Goristana Yenikoyê kirin, li ser gorên wan due ji xizmên xwe re kirin, gorên wan av dan.

Eyda Qurbanê: Li Diyarbekirê welatî çûn ser gorên xizmên xwe

Li Diyarbekirê welatî bi boneya Eyda Qurbanê çûn ser gorên xizmên xwe.

Welatiyên ku li Baglara navçeya navend serdana Goristana Yenikoyê kirin, li ser gorên wan due ji xizmên xwe re kirin, gorên wan av dan.

Sedat Arslanê ku ji Antalyayê hatibû ji bo serdana gora diya xwe û xizmên xwe Eyda her kesî pîroz kir û hêvî xwest ku eyd di nava aşitî û biratiyê de derbas bibe.

Arslan destnîşan kir ku piştî nimêja eydê hatiye serdana goristanê û got, "Me Fatîhe li rihê miriyên xwe xwendin, me ew ziyaret kirin. Me xwest kevneşopiya xwe bidomînin, ji ber vê em serdana goristanê dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE