Eyda Qurbanê îro tê îdraqkirin

Nimêja Eyda Qurbanê li Enqereyê dê di saet 06.03yan da, li Stenbolê 06.15an da, li Îzmirê 06.29an da, li Çeneqeleyê 06.28an da, li Îdirê 05.18an da hat kirin.

Eyda Qurbanê îro tê îdraqkirin

 Eyda Qurbanê ya 4 rojî ya ku ji bo misilmanan gelekî girîng e îro dest pê kir.

Nimêja Eyda Qurbanê li Enqereyê dê di saet 06.03yan da, li Stenbolê 06.15an da, li Îzmirê 06.29an da, li Çeneqeleyê 06.28an da, li Îdirê 05.18an da hat kirin.

Li gor baweriya îslamê "qurban" tê meneya nêzbûna Xwedê û ji bo bidestxistina rizaya Xwedê bi meqseda îbadetê li gor rê û rêbazan serjêkirina heywanên şertên wan guncan e.

Amadekariyên Serokatiya Kar û BArên Diyanetê yên ji bo eydê jî dewam dikin. Serokatiyê îsal bedêla bi wekalet serjêkirina qurbanû li nav welêt wek 2 hezar û 250 li dervayî welêt jî 1800 lire diyar kir.

Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê heta roja yekemîn a eydê bi navbeynkariya miftîtiyên li81 bajaran û 1003 şaxên weqfê bi rêya wekaletê bexşên qurbanê hilde.

Îbadeta hecê ya ku du salbûn ji ber şewba Kovîd-19ê nedihat kirin îsal tê kirin. 37 hezar û 770 kesên ku ji Tirkiyeyê çûn dî îbadeta xw eya hecê bikin û li axa pîroz qurbaniyên xwe serjê bikin.

"Eyda Qurbanê rojên alîkarî, piştevanî û kêfxweşiyê ne"

Miftiyê Enqereyê Hasan Çinar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku serjêkirina qurbanê yek ji îbadetên herî girîng ên Îslamê ye.

Çinar bi bîr xist ku Eyda Qurbanê di heman demê da wextên ku hec û îbadeta qurbanê tê kirin e û axaftina xwe wiha domand:

"Eyda Qurbanê her sal hişmendiya me ya ewditîya Xwedê nû dike, wek gel îradeya me zindî digire, hestên me yên yekîtî, bihevrabûn û biratiyê xurt dike rojên alîkarî, piştevanî û kêfxweşiyê ne.Rojên Eyda Qurbanê di heman demê da wextên bimbarek in ku hemû misilman bi lêgerîneke Îbrahîmî ji bo şikrana nîmetên ku Rebbê me daye wan îbadeta qurbanê dikin."

Çinar diyar kir dema îbadeta qurbanê bi cî tînin ayetên ku bi niyeta diayê tê xwendin di her firsendê da rihê teslîmiyetê têxe bîra mirov û got ku "Qurban sembola sebra Hezretî Îsmaîl, teslîmiyeta Hezretî Îbrahîm, tewekula Hezretî Hacer e."

Çinar ragihand ku kelecana eydê îdraq dikin û wiha axivî: "Misilman di serî da dê û bav divê eyda eqrebayên xwe yên nêz û cîranên xwe pîroz bikin, heke mimkûn be biçe ziyaretên wan. Em divê zarokên xwe yên biçûk, êtîm û sêwiyên xwe bi diyarî û xerclicên eydê şa bikin. Em divî birayên xwe yên nexweş, yên di hepsê da, li malên îxtiyaran dijîn jî ji bîr nekin."

Çinar Eyda Qurbanê ya alema Îslamê pîroz kir û got hêvî dikim ku eyd di serî da Tirkiye ji bo hemû alema îslamê û mirovahiyê aştî û aramiyê bîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE