Li Êlihê kalekî 90 salî û hevsera wî ya 80 salî dijîn. 14 zarok û 136 neviyên wan hene. hemû bi hev re, ji bo cejnê hatin cem extiyaran…
Mala Hacî Remezan Ülker li Batmanê ye.
Ew bi xwer 90 salî û hevsera wî Rewşan xanim jî 80 salî ye.
14 zarokên wan hene. Neviyên wan 136 in.
Di vê îdê de jî zarok û torin, ji bo cejna wan pîroz bikin hatin mala bav û bapîrê xwe.
Lê ji ber ku hejmara wan gelekî zêde bû, ketin dora pîrozkirinê.
Hacî Remezan û hevsera wî ji bo zarok û neviyên xwe 14 kîlo şekir, 4 kîlo behîv, 5 kîlo loqim û 750 lîre jî xercane amade kiribûn.
Zarok û neviyan paşê bi mezinan re wêne kişandin.