Eyda Remezanê tê pîrozkirin

Îro dê li welêt û alema Îslamê Eyda Remezanê bê pîrozkirin.

Eyda Remezanê tê pîrozkirin

Li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê nimêja Eyda Remezanê bi beşdariyeke zêde ya welatiyan va hat kirin.

Yên ku xwestin nimêja eydê li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê bikin, ber destê sibehê berê xwe dan mizgeftê.

Hundirê mizgeftê berî wextê nimêjê tijî bû, lewma ji xeynî Stenbolê yên ku ji bajarên din û ji dervayî welêt hatin jî Meydana Ayasofyayê tijî kirink.

Welatî û turîstan li hewşa mizgeftê û li derva li ser sicadeyên bi xwe ra anîn, nimêj kirin.

Îmam Xetîbê Mizgefta Mezin a Ayasofyayê Ferruh Muştuer nimêja eydê da kirin.

Piştî nimêjê, meleyê mizgeftê Bunyamin Topçuoglu li ser mînbera ku bi şûr derket, xutbe da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE