Ebru Kilinça ku li Ovacixa navçeya Tunceliyê dijî ji kulîlkan sabûnê çêdike.
Ebru Kilinça 27 salî ev salek e diçe quntarên Çiyayê Munzurê catirî, beybûn û kulîlkan kom dike û pê sabûnê çêdike. Kilinç cureyên kulîlkan bi rûnê zeytûnê têkvedide û pê sabûnê çêdike.
"Ez 8 cureyên sabûnan çêdikim"
Ebru Kilincê daxuyanî da û got ku ew piştî zanîngeha qedan vegeriya Ovacixê û dest bi vî karî kir û wiha axivî:
"Min sabûnên ewil li cîranên xwe belav kirin. Ew ji sabûnan gelekî memnûn man. Paşê min got ez ê vî karî mezin bikim û dest bi firotinê jî bikim. Ez lavanta, rûnê kantaron, catirî û beybûn jî di nav de bi 8 cureyên cuda sabûnê çêdikim. Ez hemû kulîlkan li qundarên Munzurê kom dikim."
Kilinçê got ku ew di çêkirina sabûnê de tu amûrên teknolojîk naemîlîne û wiha dewam kir:
"Ez blenderan û qalibên daran bi kar tînim. Ez rûnê zeytûnê jî ji Denîzliyê dixwazim û ji min ra tê. Melzemeyên din hemû li Ovacixê hene. Ez ji bilî vir sabûnên xwe li ser înternet û medyaya civakî jî difiroşim. Ez havînan jî diçim gozelerên Munzurê li wir standê vedikim û sabûnên xwe difiroşim. Bi saya vî karî ez debara xwe jî û ya malbata xwe jî dikim."AA