"Ez bawer dikim ku em ê berê pêlên kûran biguhêzin"

Serok Erdogan piştî serdana xwe ya li Qeterê pirsên rojnamvenan yên der barê rojevê da bersivand.

"Ez bawer dikim ku em ê berê pêlên kûran biguhêzin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê manîpulasyona li ser kûran da wiha got, "Ez bawer dikim ku em ê berê van hewldanan jî biguhêzin. Mîna ku ez her gav dibêjim, înşellah wê ev jî ji me negire."

Erdogan piştî serdana xwe ya li Qeterê pirsên rojnamvenan yên der barê rojevê da bersivand.

Serokomar Erdogan der barê manîpulasyona li ser kûran da diyar kir Lijneya Çavdêriyê ya Dewletê lêkolînê dike ku li pişt vî karî kî hene û got ku bi saya vê wê derfet çêbe û em ê bibînin ku kî hene.

Erdogan diyar kir bawer dikim ku wê berê van hewldanan yên li ser kûran jî biguhêzin û wiha got, "Mîna ku ez her gav dibêjim, înşellah wê ev jî ji me negire."

Serokomar Erdogan destnîşan kir piştî muzakereyên budçeyê wê guherîneke qanûnî bikin û bi ser kesên ku karê stokê dikin da herin û wiha axivî, "(Kesên stokê dikin) Em ê him dest bidin ser tiştên di destê wan da ne û him jî cezayên giran bidin. Kî dibe bira bibe û di kîjan warî da dibe bira bibe em ê bi ser kesên stokê dikin da herin."

Erdogan ji bona biryarên Yekîtiya Ewropayê yên der barê Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş da wiha got, "Em biryarên Yekîtiya Ewropayê yên der barê Kavala, Demirtaş û filan û bêvano da nas nakin. Em tune dihesibînin."

Serokomar Erdogan diyar kir Wezîrê Karên Derva û îsitixbarata wan di pêwendiyên bi Abu Dabiyê ra roleke çalak bigirin û got mimkûn e ku bi Îsraîlê ra jî pêvajoyeke wiha çêbe.

Erdogan der heqê rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da jî got ku gava rizaya herdu terefan hebe ji bona hêsankirin û navbeynkariyê yan jî bi awayekî bê xwestin em dikarin bibin alîkar.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE