“Ez bawer im em ê vê meseleyê di demeke gelek kurt de çareser bikin”

Serok Recep Tayyip Erdoğan û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn ji bo nirxandina meseleya Îdlibê dê di 5ê adarê de li Moskowê bicivin. Serok Erdoğan beriya civînê got: “ez bawer im em ê vê meseleyê di demeke gelek kurt de çareser bikin.”

“Ez bawer im em ê vê meseleyê di demeke gelek kurt de çareser bikin”

Serok Recep Tayyip Erdoğan û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn ji bo nirxandina meseleya Îdlibê dê di 5ê adarê de li Moskowê bicivin. Serok Erdoğan beriya civînê got: “ez bawer im em ê vê meseleyê di demeke gelek kurt de çareser bikin.”

Serok Erdoğan: “Ez roja pêncşemê diçim Moskowê. Ez û Pûtîn em ê li ser geşedanên dawî biaxivin.

Li aliyekî Operasyona Mertalê Biharê, li aliyê din jî dîplomasiya ji bo çareseriya pirsgirêka li Îdlibê dewam dike.

Di pêvajoyeke wisa de çav û guhê her kesî li ser hevdîtina Serok Erdoğan û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn e.”

Dîroka hevdîtinê eşkere bû.

Herdu serok dê di 5ê Adarê de li Moskavayê bên ba hev.

Serok Erdoğan: “Ez bawer im em ê li wir ji bo agirbestê gavan biavêjin û vê pirsgirêkê di demeke gelek kurt de çareser bikin.

Piştî êrîşa xayîn a rejîmê ya lî Îdlibê herdu serok bi telefonê axivîn.

Ji bo nirxandina geşedanên li herêmê jî wê rû bi rû hevdîtinê bikin.

Serok Erdoğan wê di hevdîtinê de beha hesasiyetên Turkiyeyê bike.

Turkiye dixwaze ku Rûsya êrîşên rejîmê bide sekinadin.

Ji bo wê jî her tim behsa sînorê peymana Soçiyê dike.

Erdoğan diyar kir ku divê rejîma Esed sînorê ku di peymanê de hatiye diyarkirin binpê neke.

Ji bo vê jî Rûsyaya ku hemû mesûliyetiya rejîmê girtiye ser xwe, divê li gorî berpirsiyariya xwe hereket bike.

Çav li rê ye ku Wezîrê Parastinê Hulusi Akar, Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu û Serokê MİT’ê Hakan fîdan jî bi wî re biçin Moskovayê.

Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn beriya civînê axivî û got: “Em naxwazin bi tu kesî re şer bikin

Ji xeynî serokan, rayedarên leşkerî yên herdu dewletan jî hevdîtinê dikin.

Kremlînê da xuyakirin ku ew girîngiyê didin hevkariya bi Turkiyeyê re.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE