"Ez benda rêya te me, te li ku eskerek dît teslîm bibe"

Dayik Sevdet Demir: "Vegere were dayika xwe, ez qurbana te bim, min pir bêriya te kiriye."

"Ez benda rêya te me, te li ku eskerek dît teslîm bibe"

Nobeda dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajar a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin ket roja 248emîn.

- "Ev 5 sal in ez wek miriya me, heta kurê min neyê ezê terka vir nekim"

Sevdet Demira ji bo kurê xwe Fatîh ê ku 5 sal berê revandine çiyê çalakiya rûniştinê dide got heta ew negîhîje kurê xwe ewê ji vir neçe û wiha axivî: "Ez ji bo kurê xwe hatim, ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. HDPyê kurê min xapand û bir. Kurê min çawa bir, bila bîneç Heta emrê min têrê bike ez li vir bimînim. Ez li malê nikarim li ber xwe bidim. Ez wêne û kincên kurê xwe dinihêrim û digirîm. Ez kurê xwe dixwazim. Ev 5 sal in ez wek miriya me, heta kurê min neyê ezê terka vir nekim."

- "Vegere were dayika xwe, ez qurbana te bim"

Demirê bangî kurê xwe kir û wiha got: "Kurê min waye roja dayikan tê. Hingî ku tu çûyî tu kesî ji min ra kulîlk nekirî. Kulîlkên ku te berê ji min ra kirîbûn jî li malê disekinin. Vegere were dayika xwe, ez qurbana te bim, min pir bêriya te kiriye. Ez benda rêya te me. Te li ku eskerek dît teslîm bibe."

- "Çavê me li rêya zarokên me ye"

Suleyman Aydinê ji bo kurê xwe Ozkan beşdarî çalakiyê bûye jî got heta ew kurê xwe hilnede ewê neçe.

Aydin wiha axivî: "Parlamenterên HDPyê ji vir derbas dibin. Wek ku em ne li vir in tevdigerin. 248 roj e em li vir in. Çavê me li rêya zarokên me ye. Heke zarokên me me dibîhîzin bila bên teslîmî dewletê bin. Wîcdana van (HDP) tune."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE