"Ez bi tenê mixtara gel nînim, mixtara pişîkan im jî"

Li Batmanê Fatma Turkkan xêncî mixtariya taxê "mixtariya" pişîkan jî dike

"Ez bi tenê mixtara gel nînim, mixtara pişîkan im jî"

 Li Batmanê Fatma Turkkana mixtara Taxa Saxlikê li ofêsa mixtariyê xizmetê dide gel ligel vê pişîkên kuçelanî jî xweyî dike.

Fatma Turkkana li mala xwe 3 pişîkan xweyî dike bi pişîkên tên pêşiya ofêsa mixtariyê ra jî eleqedar dibe û hewcedariyên wan dibîne.

Turkkana hemû pişîkên taxê bi destê xwe xweyî dike yên nexweş ketine jî derman dike.

Fatma Turkanê diyar kir ku beriya mixtariyê jî bi heywanan ra eleqedar dibû.

Turkanê got ji bo heywanên kuçelanî holik çêkir û li wan xweyî derket, ofêsa mixtariyê ji bo xizmetê bide gel dixebitîne û ligel vê pişîkên kuçelanî jî li vê derê xweyî dike.

"Bi salan e em bi pişîkan ra dijîn"

Turkanê got pişîkan xweyî dike, dibê li heywanên kuçelanî xweyî derkevin.

Turkanê diyar kir ku bi salan bi pişîkan ra jiyana xwe domand û wiha got: "Em bi wan ra wekî hevalan in. Ez fehm dikim ku çi dixwazin. Lewra em bi salan e bi hev ra dijîn."

Turkanê destnîşan kir ku bi pişîkên li malê xweyî dike ra kêfxweş dibe û wiha pê da çû: "Ez ofêsa mixtariyê jî wekî ofêsa pişîkan bi kar tînim. Dema tiştek tê serê pişîkan gelê taxê wan tînin cem min. Dibêjin 'em bibin cem mixtar, mixtarê eleqedar dibe.' Em dikarin ji ofêsa mixtariyêra bêjin ofêsa pişîkan jî. Ez bi tenê mixtara gel nînim, mixtara pişîkan im jî."

Haci Turkanê mêrê Fatma Turkanê jî got bi malbatî ji heywanan hez dikin.

Turkan got ku di xweyîkirina pişîkan da alîkariyê dide xanima xwe û bi xanima xwe ra bi taybetî zivistanê bi heywanên kuçelanî ra eleqedar dibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE