Ciwanên ku ji herêmên din ên tirkiyeyê hatin dîyarbekirê, li cihên dîrokî û turîstîk ên bajêr gerîyan.
Ji 4 aliyên Tirkiyeyê gelek ciwan hatin Diyarbekirê.
Ciwanan di nav 3 rojan de li nav Diyarbekir û li derdorên bajêr ên dîrokî û turîstîk geriyan.
Ewil nava Sûrê geriyan û çûn mînareya 4 ling û mizgefta mezin. Pişt re li nav bajêr cihên dîrokî ziyaret kirin.
Ciwanan Keleha Zerzewanê jî jibîr nekirin. Li ser kelehê bi hev re wêne girtin.
Ji bo hatina Dîyarbekirê ciwan pir kêfxweş bûn û gotin em dixwazin cardin werin Diyarbekirê.