"Ez dixwazim qîza min bila êdî negrî"

Bahar Taşkinera pençeşêra bistanan pê ra heye û tedawiya kemoterapiyê dibîne, Nîyazî Taşkinerê nexweşiya epîlepsî pê ra heye ji bo tedawiya qîza xwe ji walîtiyê destûra alîkariyê hildan.

"Ez dixwazim qîza min bila êdî negrî"

Bahar Taşkinera xwedî 2 zarokan a li Mûşê dijî ji bo qîza xwe ya nexweşiya felca mêjî (serebral palsî), epîlepsî û mîktosefalî pê ra heye ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze. 

Amara Elîfa (5) qîza Nîyazî û Bahar Taşkinerê dema hat dinyayê ji ber ku oksîjen neçû mêjiyê wê felca mêjî derbas kir.

Diya wê Bahar û bavê wê Nîyazî jî nexweş in, lê malbatê êşa xwe ji bîr kiriye ji bo qîza xwe alîkariyê dixwazin.

Bahar Taşkinera pençeşêra bistanan pê ra heye û tedawiya kemoterapiyê dibîne, Nîyazî Taşkinerê nexweşiya epîlepsî pê ra heye ji bo tedawiya qîza xwe ji walîtiyê destûra alîkariyê hildan.

Taşkiner ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema welidandinê oksîjen neçûye mêjiyê qîza wê û Amara Elîfê felca mêjî derbas kiriye, paşê jî nexweşiyên epîlepsî û mîktosefaliyê lê peyda bûne.

"Ez dixwazim qîza min bila şev negrî, razê û biaram hişyar bibe"

Taşkiner got ji ber êş û azara ku zêde ye qîza wê her tim digrî û wiha axivî: "Dema diweste radizê, çawa hişyar dibe dîsa dest bi girî dike.Ez dixwazim bila şev negrî razê û biaram hişyar bibe. Ji ber ku nexweşiya pençeşêrê ya bistanê bi min ra heye ez tedawiya kemoterapiyê dibînim. Mêrê min û qîza min ji ber epîlepsiyê bi hev ra dixeriqin. Ez nikarim xwe bi herduyan ra bigîhînim. Qîza min pir êşê dikşîne. Tekane tişta ku ez dixwazim ew e ku bila ew pê neêşe û bijî, êşên wê dawî bibin. Ji bo pirsgirêkên di milên wê û hêtên wê da hene divê her tim tedawiya fîzîkê bibîne."

 "Em ji xêrxazan alîkariyê dixwazin"

Der barê rewşa aboriyê da jî Taşkinerê got mêrê wê ji ber nexweşiya xwe nikare bixebite, dewlet mehê mehaneyekê dide wan lê ew ji bo tedawiya wan têrê nake û wiha dewam kir: "Me ji bo tedawiya qîza xwe kampanyayek da destpêkirin. Walîtiyê destûr da vê daxwaza me. Me hin pêdiviyên medîkal ên qîza min ji vê pereyê xerc kir. Lê gelekî hewcedariya me heye, ji ber vê em ji xêrxazan alîkariyê dixwazin. Hewcedariya xwedîkirinê ya qîza min heta emrê wê hebe heye. Ji ber vê hewcedariya me bi piştgiriya her kesî heye. Wek dayikek ez li ber xwe nadim, pir zehmet e. Bêçare li ber serê wê heta sibê dimînim, ranazêm û êşa ku dikşîne temaşe dikim. Ev ji bo dayikekî pir zehmet e. Yên ku dixwazin dixwazin alîkariyê bidin qîza min dikarin peyameke "Amara" binîvîsin û bişînin 1680an. Peyamek 10 lire ye û ewê bigîhîje me."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE