"Ez heta ewlada xwe nebim ji vê derê naçim"

Hejmara malbatên li Vanê ji bo ewladên xwe nobetê digrin zêde dibe

"Ez heta ewlada xwe nebim ji vê derê naçim"

Malbatên li Vanê ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandiye serê çiyê û HDPyê wek berpirsê vê yekê dibînin bi armanca bigihêjin zarokên xwe li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a partiyê di nobetê da ne derket 25an.

Malbatên zarokên wan ji wan qetandine ji 27ê Sibatê vir va her hefte li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û dixwazin herkes bi wan bihese.

Bi saya hewl û xebatên hêzên ewlehiyê hejmara malbatên ku gihîştin ewladên xwe zêde bûn û malbatên zarokên wan bi xapandin derxistine serê çiyê û dixwazin bigihêjin ewladên xwe jî dema vê yekê dibînin hêvîdar dibin.

"Ez heta ewlada xwe nebim ji vê derê naçim"

Musa Abaliyê ku di sala 2015an da qîza wî bi xapandin derxistin serê çiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 6 sal e ew qîza xwe nabîne û wiha domand: "Qîza min dema li mektebê bû gotine ku ewê herin seyranê û bi awayî ew xapandin û birin. Qîza min ji ber gurçikên xwe nexweş e. Em bi malbatî perîşan bûn. Ez ji bo bigihêjim qîza xwe li vê derê me. Ez bangî wê dikim bila were êdî taqeta me nema. Ez heta qîza xwe nebim dev ji vê çalakiyê bernadim."

Ekrem Atmacayê ji Patnosa navçeya Agiriyê bo birayê xwe yê ku di sala 2015an da revandine serê çiyê hatibû jî destnîşan kir ew bi salan e hay jê tunene û dixwazin hemû malbat bigihêjin ewladên xwe.

Medîne Adiyamana ji Başqeleya navçeya Vanê bo kurê xwe yê ku 7 sal berê revandine serê çiyê hatibû jî got: "Kurê min hê 13 salî bû û wan ew ji me qetandin. Xwedê qehra xwe li wan kesan bike ku kezeba me şewitandin. Ji niha pê va jî em ê her hefte dengê xwe bilindir bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE