"Ez ê heta mirinê li vê derê bisekinim û nobeta ewladan bigirim"

Li Mûşê jimara malbatên ku seba zarokên xwe li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin derket 15an

"Ez ê heta mirinê li vê derê bisekinim û nobeta ewladan bigirim"

Li Mûşê jimara malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin û li ber avahiya serokatiya bajêr a HDPyê hefteyê rojekê çalakiya rûniştinê dikin, zêde bûn. Du malbatên din beşdar bûn jimara malbatan derket 15an.

Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her hefte li ber avahiya HDPyê tên cem hev û piştgiriyê didin çalakiya ku dayikên Diyarbekirê dan destpêkirin. Malbatan pankartên "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin.

Elîf Esenerê ku 7 sal berê li navçeya Bulanikê ji dewata wê ra du roj mabû, revandin serê çiyê. Elma Esenera dayika wê û Salih Kirmiziyildizê ku ewladê wî di 2014an da revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Elma Esenera dayik ji rojnamegeran ra diyar kir, ew seba keça xwe ya ku revandin serê çiyê hat û wê nobeta ewladan bigire.

Esenerê daxuyand ku heta keça wê neyê ew ê çalakiyê bidomîne û wiha axivî:

"Bira keça min paşve bidin. Ez ewlada xwe dixwazim. Cegera min dişewite, ez şev û roj digirîm, nexweşiya şekir bi min ra heye. Ji bo Xwedê bira keça min bidin min. Keça min heke tu dengê min dibihîzî vegere. 2 roj ji dewata keça min ra mabû, lê ew bi zorê birin. Bi xwe neçû. Bi zora çekê revandin. Sûcekî me tê da tuneye. 7 sal e haya me jê tuneye. Cegera me û dilê me dişewite, dinya ji me ra bûye zindan. Ez ê heta mirinê li vê derê bisekinim û nobeta ewladan bigirim. Ez dayik im."

Salih Kirmiziyildizê ku nû beşdarî çalakiyê bû jî got ku kurê wî di sala 2014an da bi zorê revandin serê çiyê û wiha dewam kir: "Wexta ku kurê min revandin ez li Stenbolê bûm, heta ez hatim ew birin, ez negihîştimê. Heta niha min tu xeber jê hilnedaye. Ez kurê xwe dixwazim. Ez ê li vê derê bim ku heta kurê min tê. Ez cara ewil beşdarî çalakiyê dibim."

Suheyla Yenîlmeza dayik jî wiha xeberda, "Sumeyye Yenîlmeza keça min di sala 2015an da wexta ku diçû dibistanê, xapandin û birin. Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim. Bira keça min bidin. Heta mirinê ez ê vê çalakiyê bidomînim. Bira keça min bidin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE