"Ez ji bo 3 ciwanên me ji Xwedê rehmetê dixwazim"

Ji Serokomar Erdogan bo 3 ciwanên di qezayê da jiyana xwe ji dest dan peyama serxweşiyê.

"Ez ji bo 3 ciwanên me ji Xwedê rehmetê dixwazim"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan serxweşî da malbatên 3 ciwanan ku otobusa pê ji Edeneyê diçûn Konyayê li Nîgdeyê qeza kir û jiyana xwe ji dest dan.

Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Ez ji bo 3 ciwanên me ji Xwedê rehmetê dixwazim ku ji şahiya ciwaniyê ya me li Edeneyê li dar xist, vedigeriyan Konyayê û di qezayeke kambax da jiyana xwe ji dest dan û her wiha ez ji bo malbatên wan jî sebrê dixwazim. Ez ji bo ewladên me yên birîndar bûn jî şifayê dixwazim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE