"Ez ji vê derê du caran zewicîm"

"Min ji merivên vî welatî hez kir, min ji mêvanperweriya wan hez kir. Ji ber ku ev der warê Hz. Îbrahîm e, warê pêxemberan e, min ji van deran hez kir û lê mam"

"Ez ji vê derê du caran zewicîm"

Ahmet Unalê 72 salî ji Ulukişlaya navçeya Nîgdeyê seba eskeriyê hat Surûca navçeya Şanliurfayê û êdî venegeriya bajarê xwe.

Unalê ku li navçeyê bi laqabê "Esker Ehmed" tê nasîn, nîv qirn berê li navçeyê eskeriya xwe temam kir û vegeriya Nîgdeya welatê û piştî çend mehan biryar da û vegeriya Surûcê.

Ahmet Unal li navçeyê hat naskirin û şêniyên navçeyê jê hez kirin û keçeke Surûcî danê û Unal li vê derê zewicî û jiyaneke nû ava kir.

Unal di ciwaniya xwe da di karên curbecur da xebitiye û paşê ji Serokatiya Kar û Barên Diyanetê teqawid bûye, 10 sal e jî tizbiyan difroşe.

Ahmet Unal got ku wî li navçeyê muezîntî kiriye û herî dawîn li Mêrsînê teqwid bûye û cardin vegeriyaye Surûcê.

Unal diyar kir, li navçeyê her kes jê hez dike û wiha dewam kir, "Min jî ji wan hez kir. Min ji merivên vî welatî hez kir, min ji mêvanperweriya wan hez kir. Ji ber ku ev der warê Hz. Îbrahîm e, warê pêxemberan e, min ji van deran hez kir û lê mam. Ez ji vê derê du caran zewicîm. Jinên min Surûcî ne. Yekê wefat kir. Zar û zêçên min çêbûn. Destê min ji Surûcê nebû. Ez hez bikim jî nikarim herim, bi vir va hatim girêdan. Nîv qirn e ez ji warê Şanliurfayê têm hesabkirin. Eşqa min a dînî jî ez bi vir va girêdam. Ji herdu jinên min 11 zarokên min çêbûn. Min hemû zarokên xwe di îmam xetîbê da dan xwendin. Du ewladên min ên hafiz hene. Ez girêdayî dînê xwe me. Em li welatê xwe jî wisa bûn elhemdulîllah. Me dost bi dest xistin û hezkiriyên me çêbûn."

Unal diyar kir, wî piştî teqawidbûnê dest bi firotina tizbiyan kir û wiha axivî: "Piştî ku teqawid bûm, ez li kêfa xwe mêze dikim. Ji bo ku wext derbas bibe, ez tizbî û esansê difroşim, tizbiyan pê da dikim. Hemd ji Xwedê ra mehaniya min têra min dike. Piştî teqawidbûnê ez havînê di qursên Qur'anê da Qur'anê fêrî zarokan dikim. Alîkariya mamosteyan dikim. Xwedê yekîtî û pergala welatê me xerab neke, firsendê nede dijminan. Em xwedî li dîn, îman, welat û namûsa xwe derkevin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE