"Ez li pêşiya HDPyê bimirim jî ranabim"

Solmaz Ovunça dayik: "Ez li pêşiya HDPyê bimirim jî ranabim. Sedem ew in, bira kurê min bînin"

"Ez li pêşiya HDPyê bimirim jî ranabim"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 245emîn.

Solmaz Ovunç ji Wanê seba Baranê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Ovunçê got ku 245 roj in ku ew çalakiyê dike.

Ovunçê diyar kir ku HDPyê zarokên wan birin û di vê mijarê da tu daxuyaniyê jî nadin wan û ji HDPyiyan xwest ku werin cem wan û êş û jana wan parve bikin.

Ovunçê wiha dewam kir:

"Zarokên me dixapînin, dikevin hişê wan û dibin serê çiyê. Bira zarokên me bînin. Kurê min, heke tu dengê min dibihîzî were teslîmî dewletê bibe. Te dixapînin. Ew der ne cihê te ye. Ez naxwazim te kefen bikim, dixwazim cil û bergên zavatiyê li te bikim. Pênûs û xeyalên we dizîn. Kurê min ji çavên min şûna hêsiran xûn diherike. Ez li pêşiya HDPyê bimirim jî ranabim. Sedem ew in, bira kurê min bînin."

Suleyman Aydinê ji Sûra navçeya Diyarbekirê seba Ozkanê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye.

Aydin diyar kir ku 245 roj in ku HDPyî xwe ser me va nabin û naxwazin me bibînin û wiha dewam kir, "Heke piçek wijdana wan hebûya wê xwedî li malbatên Kurd ên li vê derê derketana."

Aydin bangî HDPyiyan kir û wiha got, "Werin zarokên me ji PKKyê bixwazin. Heke wijdana we hebe, bi me ra xeberdin û piştgiriyê bidin me. 245 roj in ku em li vê derê ne, hûn saetekê ji zarokên xwe xeberê hilnedin, dinyayê radikin ser piya. 5 sal e ku haya me ji zarokên me tuneye. Di vê heyama ku şewba vîrusa koronayê heye da heke tiştek bi van malbatan were, berpirsiyar HDP ye."

- "We li serê çiyê, li vê derê jî malbata we mehkûmî mirinê dikin"

Aydin bangî kurê xwe kir ku wiha got:

"Kurê min heke tu dengê min dibihîzî were teslîmî dewletê bibe. Xêra van ji me ra tuneye. Heke ew der cihekî baş bûya, wê zarokên xwe bişandana wir. We li serê çiyê, li vê derê jî malbata we mehkûmî mirinê dikin. Heke dewlet xwedî li me derneketa, PKKyê niha ji zû da li vê derê komkujî kiribû. Em pir spasdarê Serokomarê me û Wezîrê me yê Karên Navxweyî ne. Înşeallah em ê xebereke xêrê ji zarokên xwe bistînin û vegerin malên xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE