"Ez vê tabloya ku derketiye holê girîng dibînim"

Di vê dema ku welatê me ji her demê zêdetir pêwistiya wê bi yekîtî û biratiyê heye ez vê tabloya ku derketiye holê girîng dibînim.

"Ez vê tabloya ku derketiye holê girîng dibînim"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku ew ê di hemû xebatên bixêr ên ji bo bajêr û mirovên li wan bajaran dijîn bên kirin da ligel şaredaran cî bigire

Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:

"Helbet dibe ku ji hêla siyasî va helwest û fikrên me cuda bin, lê ez bawer dikim ku wexta mesele menfeetên mezin yên dewlet û gelê me be ew xîret di me da heye ku em bi hev ra hereket bikin.

Ez kêfxweş im ku bi şaredarên ku ji teror, rêxistinên terorê û bêhiqûqiyê dûr sekinîne ra hatime bal hev.

Di vê dema ku welatê me ji her demê zêdetir pêwistiya wê bi yekîtî û biratiyê heye ez vê tabloya ku derketiye holê girîng dibînim.

Siyaseta bê xebat û bê berhem tenê dema bajar û însanên me û taqeta welatê me badilhewa dike.

Em li ser mijarên ku divê guherîna qanûnê çêbe li Parlementoyê, mijarên hewceyê biryarnameyê dikin li Serokomariyê der barê verastkirinên îdarî yên din da jî dikarin saziyên xwe yên eleqedar ra bixebitin. Ya girîng ew e ku hemû şaredarên me û partî bi awayekî samimî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Dewkirina wezîfeya şaredaran ji bona bi pey tiştên çûyî bikevin nîne ji bona ji bajaran ra xizmetên xweş û mayînde bên kirin çêdibe.

Li ser nifirên mirovên ku danîn ber derî, canê wan êşiya, mala wan ser serê wan da xira kirin ne dikarin siyasetê ne jî xizmetê ava bikin

Hewldana hevbeş ya ku em nîşan bidin wê gelê me hêvîdar bike. Ez hêvî dikim ku civîna me ji bona vê hedefa me ya lihevkirina demokratîk bibe pêngavek."

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE