Ezmûna ji bo lîseyan

Derbarê ezmûnê de 6. pirtûkçeya mînak hat weşandin..

Ezmûna ji bo lîseyan

Wezareta Perwerdeya Neteweyî, di 1ê hezîranê de wê ezmûna ketina lîseyan li dar bixe. Wezaretê, di çarçoveya vê ezmûnê de 6emîn pirtûkçeya nimûne weşand.

Di pirtûkçeya mînak a meha Adarê de, di beşa hejmarî de 20 pirs, di beşa gotinkî de 25 pirs hene. Hejmara pirsan bi tevahî 45 e.

Pirtûkçe li ser înternetê, di malpera Midûriyeta Pîvan, Nirxandin û Xizmetên Ezmûnan a Wezareta Perwerdeyê de hat weşandin.

Beriya vê jî di Cotmeh, Mijdar û Berfenbara 2018an de; di Çile û Sibata 2019an de ji bo ezmûnên navendî pirtûkçeyên nimûne hatibûn weşandin.

Ezmûn di 1ê Hezîranê de wê bê çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE