Ezmûna LGS'ê sibê ye

Xwendekarên pola 8. dê ji bo lîseyan bikevin ezmûnê

Ezmûna LGS'ê sibê ye

Roja ezmûna ji bo lîseyan a xwendekarên pola 8an hat. Xwendekarên pola 8an wê sibê bikevin ezmûna LGS'ê. Di çarçoveya tevdîrên şewbê de, ji bo mirov ji hev dûr bin hejmara dibistanên ezmûnê derxistin 5 qatan. Wekî din saet di navbera 9ê sibê û 3yê piştî nîvro, li seranserê welêt qedexeya derketina derve heye.

Roja ku xwendekarên pola 8an li bendê bûn hat.

Ezmûna ji bo lîseyan wê sibê bê kirin.

Zêdetirî milyonek û nîv xwendekar wê bikevin vê ezmûnê.

Ezmûn ji 2 beşan pêk tê.

Ya ewil saet di 9 û nîvê sibê de wê bê kirin.

Di vê ezmûnê de xwendekar wê bersiv bidin pirsên dersên zimanî Tirkî, dîrok, dîn û zimanê biyanî.

Di vê beşê de 50 pirs hene, dema ezmûnê jî 75 deqe ye.

Ezmûna dûyemîn jî saet di 11 û nîvî de dest pê dike.

Di vê beşê de jî pirsên dersên matematîk û fenê hene.

Dema vê beşê jî ji bo 40 pirsan 80 deqe ye.

Pirsên ezmûnan wê ji mijarên heyama ewil a perwerdeyê bin.

Wezareta Perwerdeyê li hemberî şewba koronayê tevdîrên hewce girtin.

Ji bo xwemdekar ji hev dûr bin, wezaretê hejmara dibistanên ezmûnê derxist 5 qatan.

Li 18 hezar û 139 dibistanan, li 111 hezar û 918 polan ezmûn wê were kirin.

Xizmên xwendekaran wê nekevin baxçeyê dibistanan.

Li hemberî şewba koronayê û ji bo xwendekar bi awayekî ewle bikevin ezmûnê, sibê saet di navbera 9ê sibê û 3yê piştî nîvro de, li seranserê welêt qedexeya derketina derve heye.

Kesek dikare bi xwendekarekî re derkeve derve.

Ger xwendekar bi wesaîda taybet biçe dibistana ezmûnê, ligel ajokarê wesaîdê kesekî din dikare bi xwendekar re biçe ciyê ezmûnê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE