Fabrîkaya şîr û qatix hat vekirin

Di Fabrîkaya li Karakoçanê de wê 50 kes bibin xwedî kar

Fabrîkaya şîr û qatix hat vekirin

Veberhênanên li herêmê dewam dikin. Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanê M. Hadi Tunç li Depa Elazığê beşdarî vekirina fabrîkaya şîr û qatix bû. Her wiha bi navê seyda molla bahrî daristana bîranînê hat çêkirin. Alîkarê Wezîr Tunç beşdarî vê merasîmê jî bû. Piştre jî bi welatiyan re hezar û yek şitilên behîvan danîn.

Digel pandemiyê li seranserê welêt û herêmê di gelek waran de veberhênan dewam dikin.

Li Depa Elazığê bi beşdarbûna Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanê M. Hadi Tunç febrîqaya şîr û qatix hat vekirin.

Merasîmê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Piştre xwediyên tesîsê û rayedaran axifîn.

Febrîqe di nav 2 salan de hat çêkirin. Di febrîqeyê de 2 hezar û 500 metreçarçik cihê girtî, 12 donim jî cihê vekirî heye. Rojê 30 ton şîr tê berhevkirin.

Di vê tesîsê de 50 kes dixebitin û her wiha bi saya vê febrîqeyê wê aboriya navçeyê bi pêş keve.

Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanê M. Hadi Tunç piştî vekirina tesîsa şîr beşdarî merasîmeke din bû.

Li Depa Elezîzê bi navê “Seyda Molla Bahrî” û “Mehmet Ali Dumandağ” daristana bîranînê hat avakirin.

Daristana Bîranînê li ser navê Seyda Molla Bahriyê bapîrê M. Hadi Tunç hat çêkirin.

M. Hadi Tunç, rayedarên bajêr û welatiyan bi hev re hezar û yek şitilên behîvan danîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE