"Fast fooda" Gaziantepê: qotê nokan

Nokê kelandî yê ku berê hema hema li ber hemû firûnan tevî nan dihat firotin, van dawiyan bi navê "qotvan" bû tameke fast food.

"Fast fooda" Gaziantepê: qotê nokan

Li Gaziantepa ku bajarê ewil e ku di warê gastronomiyê da ket "Tora Bajarên Afirîner" a UNESCOyê, "qotê nokan" ê tescilkirî ji xeynî dikanan li ser dezgehê motosîkletên bisepet jî tê firotin.

Nokê kelandî yê ku berê hema hema li ber hemû firûnan tevî nan dihat firotin, van dawiyan bi navê "qotvan" bû tameke fast food.

Ev qotvanên ku li ciyên qelebalix ên bajêr karê xwe dikin, digel nokan, qelî, tawe, kartolên sorkirî dixin nav nan û difiroşin.

Qotê nokan ê ku ji tamên sereke yên Entabiyan e û di 17ê Berfanbara 2020î da ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk va hat tescilkirin, ji ber ku hem erzan û hem jî merivan têr dike, di hemû wextên rojê da tê tercihkirin.

Nok ewil di nava nanê germ da tê pehnkirin û li gorî daxwazê pîvaz, bexdenûz, tametês lê tên zêdekirin û her wiha bi awayê tûj û ne tûj tê servîskirin.

Nokvanê balkêş: Nîko

Nîhat Oguz ku wekî "Nokvan Nîko" tê naskirin û li Entabê yek ji wan miteşebisan e ku qotê nokan bi motosîkleta xwe difiroşe. Oguz 17 sal e bi motosîkleta xwe ya bisebet va li hemû quncên bajêr digere û qotê nokan difiroşe.

Nîhat Oguz diyar kir ku ew pir ji pîşeya xwe hez dike û ew her roj sibehê zû bi kêfxweşî dest bi karê xwe dike.

Oguz bal kişand ku di jiyana wî ya kar da alîkarê wî yê herî mezin jina wî ye û wiha dewam kir:

"Ji ber ku ez jê hez dikim kêfa min jî pê ra tê. Xwedê jê razî be jina min piştevana herî mezin a min e. 3 zarokên min hene, ji bo wan em li hemû kuçe û kolanên Entabê digerin û em debara xwe wisa dikin."

Welatî Necdet Serpîciyê 59 salî jî diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe û vir va qotê nokan dixwe û ew pir jê hez dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE