"(Fatoreyên ceyranê) Em ê di civîna kabîneyê da li serê biaxivin"

Erdogan piştî serdana xwe ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb di vegerê da di balafirgehê da pirsên rojnamevanan bersivand.

"(Fatoreyên ceyranê) Em ê di civîna kabîneyê da li serê biaxivin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê fatoreyên ceyranê da wiha got, "Wezareta me amadehiyên xwe dike. Em ê di civîna kabîneyê da li serê biaxivin û di pey ra jî em ê daxuyaniya xwe bi hûrgilî bidin."

Erdogan piştî serdana xwe ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb di vegerê da di balafirgehê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan der barê fatoreyên ceyranê da wiha got, "Wezareta me amadehiyên xwe dike. Em ê di civîna kabîneyê da li serê biaxivin û di pey ra jî em ê daxuyaniya xwe bi hûrgilî bidin."

Erdogan ji bona bihayên li markêtên mezin da wiha axivî, "Me ji wan ra got 'Çawa em KDVyê 7 puan kêm dikin divê hûn jî herî kêm ji sedî 7 erzanî bikin.' Wan jî bersiveke wiha dan me."

Serokomar Erdogan diyar kir piştî daxistina KDVyê di hin xwarin û xurekan da erzanî çêbûye û got ku bi her awayî wê erzan bibe.

Erdogan li ser pirsa der barê pêwendiyên Tirkiye û Erebistana Siûdî da wiha peyivî, "Em bi Erebistana Siûdî ra diyaloga xwe ya erênî didomînin. Em dixwazin di pêşerojê da jî gavên berbiçav biavêjin."

Serokomar Erdogan ji bona serdana Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog ya ji bo Tirkiyeyê wiha got, "Em erênî dibînin. Gaveke wiha wê ji bona pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê zehf baş be."

Erdogan li ser pirsa der barê rageşiya Ukrayna û Rûsyayê da wiha peyivî, "Him bi Putîn û him jî bi Zelenskî ra em di nava diyalog û hevkariyeke nêzîk da ne. Li gorî fikra min ev ji bona kêmkirina tansiyonê derfeteke girîng e."

Serokomar Erdogan der barê bi Pûtîn û Zelenskî ra civîneke sêalî da wiha axivî, "Ez ê bi Pûtîn ra bi têlefonê biaxivim û fikr û helwesta wî hîn bibim. Li gorî wê em ê tevbigerin."

Erdogan ji bona Pergala Hikûmeta Serokomariyê diyar kir gel bi xwe Pergala Hikûmeta Serokomariyê aniye û got ku kesên qebûl nakin jî beriya her tiştî dijî îradeya gel bêsiyanetiyê dikin.

Serokomar Erdogan ji bona civîna 6 partiyên mixalefetê jî wiha peyivî, "HDPyê dîn dikin. Qet nebe wê jî hildin nava xwe. Wê hê bêtir bên bal hev, lê tiştek ji wan dernakeve."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE