Fealiyetên espiyonaja sîber di heyama pandemiyê da zêde bûn

Fealiyetên espiyonaja sîber di heyama pandemiyê da zêde bûn

Piştî ku înternet sivîl bû û pê bazirganî hat kirin ev derfeta teknolojîk a nû di her qada jiyana me ya rojane da bû xwedî girîngiyeke mezin. Di vê çarçoveyê da fealiyetên îstixbaratê jî li gor geşedanên teknolojîk bêtir pêş ketin. Bi taybetî piştî ku ji salên 1990î pê va înternet bi lez sivîl bû û pê bazirganî hat kirin teknolojiyên înternetê hem di fealiyetên rojane yên dewletan da hem jî yên mirovan da bû xwedî erkeke gelekî girîng. Ev pêvajo helbet bû sedem ku dewlet di fealiyetên espiyonajê yên klasîk da teknolojiyên înternetê biemilînin û planên di vê çarçoveyê da pêş bixin. 

Ji 2010an pê va piştî ku têlefonên biaqil hatin çêkirin û belav bûn bandora sepanên di van têlefonên nû da tên emilandin her ku çû zêde bû û pêvajoya dijîtalbûnê ji jiyana kamuyê heta jiyana rojane ya mirovan, ji fealiyetên bazirganiyê heta her cure çalakiyên civakî bandor li ser her qadê kir û dirûv dayê. 

- Aktorên tehdîdê xwe bi atmosfera panîkê ya gerdûnî xwedî dikin

Ev pêvajoya dijîtalbûnê bi pandemiya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku du sal e dewam dike gihaşt merheleyeke nû. Di vê çarçoveyê da hem li welatê me hem jî li dinyayê gelek şirketan xebatkarên xwe teşwîq kirin ku ji malê bixebitin. Êdî fealiyetên hîndekarî û perwerdeyê û her cure xebatên akademîk bi bernameyên vîdeo konferansê yên ji dûr va tên kirin. Fealiyetên aborî ji ser e-bazirganiyê tên kirin, esnafên taxê yên ji rêzê jî sepanên pakêta serwês a ji ser înternetê diemilînin. Jiyana civakî bi sepanên serkeftî yên wekî e-dewlet yan jî e-nabizê tên domandin. Wekî ku tê dîtin ev pêvajoya ku em dikarin bibêjinê "înternetbûn" yan jî "dijîtalbûn" bandor li hemû dinyayê û welatê me kiriye û jiyana me li gor vê "normala nû" dirûv digire. 

Ji hêla din va eşkere ye ku ev pêvajoya înternetbûnê yan jî dijîtalbûnê jî ji hêla fealiyetên espiyonaja (sîxurî) sîber va bûye sedem ku xetereyên nû derkevin holê. Êrîşên sîber hem ên ji rêzê hem jî yên bi armanca sîxuriyê tên kirin di vê pêvajoyê da zêde bûn. Ev êrîş hem bi destê sûcdarên sîber ên ku dibêjinê hacker hem ji hêla komên organîze yên dewlet piştgiriyê dide wan ango tehdîda pêşketî ya mayînde (Advanced Persistent Threat-APT) va dibe bê plankirin. 

Ji destpêka pandemiyê vir va ev aktorên tehdîdê xwe bi atmosfera panîkê ya navneteweyî mezin dikin û bi amûrên ku wekî belge, xeber, sepanên naveroka wan Kovîd-19 e û lê di eslê xwe da tê da vîrusa êrîşa sîber a bi armanca xirab heye êrîşên sîber dikin. Ev aktorên tehdîdê yên sîber pandemiya Kovîd-19ê diemilînin û bêtir espiyonajên sîber û sûcên ji rêzê dikin û bi motîvasyona bidestxistina qezenca zêdetir tevdigerin. Ji hêla din va eşkere ye ku êrîşên sîber ên tê îdiakirin ku ji hêla komên hacker ên dewlet piştirgirê dide wan va tên plankirin operasyonên espiyonaja sîber ên mezin in. Wek mînak hatibû îdiakirin ku divê heyamê da hin êrîşên tê îdiakirin ku hin dewletên wekî Koreya Bakur rasterast mudaxil in piranî ji bo ku ji diziya pereyê dijîtal û saziyên finansê qezenca madî bi dest bixin hatine plankirin. 

Seranserê pandemiyê gelek sazî û dezgeh derbasî rêbaza xebata ji dûr va bûn û êdî hem şexsî hem jî sazî rastî gelek êrîşên sîber tên. Ev êrîş bi giştî hedefkirî ne û bi rêbaza sîber a ku dibêjinê phishing tên kirin. Heke mirov ji bo cureyê êrîşa phishingê mînakekê bide e-posteya ku ji hêla êrîşkarê sîber va der barê Kovîd-19ê da bi taybetî hatiye amadekirin wekî ku ji saziyeke fermî hatiye yan jî wekî e-posteyeke rastîn xuya dikin. Bi tikandina gehînekên bizirar ên di peyamên e-posteyê da jî "qurban" êdî tê pozîsyona nêçîrê û hemû agahiyên di kompîtura kesê hedef hatiye girtin da ji hêla êrîşkaran va tên bidestxistin. Di rewşeke wiha da hemû agahiyên şexsî yên kesê ku kompîtura wî/wê hatiye bidestxistin jî ji bo ku bi armanceke nebaş bê emilandin ji hêla êrîşkar va tên temînkirin. Heke ev şexsê hedef li saziyeke ku ji hêla stratejîk va xwedî girîngiyê be hemû agahiyên ku di çarçoveya peywira wî da di kompîtura wî da ne jî ji hêla êrîşkar va di çarçoveya fealiyeta espiyonajê da tên bidestxistin. 

Ji hêla din va kesên ji rêzê wisa difkirin ku tu eleqeya maliyetên operasyonên espiyonaja sîber û bandirên wê yên neyînî bi jiyana wan a rojane ra tune. Lêbelê ev nêrîn şaş e. Fealiyetên espiyonaja sîber digel berjewendiyên neteweyî yên dewletan bandoreke neyînî li ser jiyana aborî û civakî ya şexsan jî dike. Di van êrîşan da agahiyên şexsî yên welatiyan jî dikeve destê hackerên ku hedefên wan ên nebaş hene. 

- Maliyeta giran a aboriyê ya êrîşên sîber 

Operasyonên espiyonajê yên sîber ên di heyama Kovîd-19ê da bi taybetî ji bo welatên pêşketî bû sedema maliyetên giran. Di vê çarçoveyê da wek mînak tê îdiakirin ku maliyeta fealiyetên espiyonaja sîber a Amerîkayê salane kêm zêde dora 100 milyar dolarî ye. Heta hin pisporên Amerîkayî îdia dikin ku piraniya pêşketina aborî û teknolojîk a Çînê ya berdest bi awayekî serkeftî di hilberînê da bikaranîna razên teknolojîk û bazriganî ye ku di çarçoveya operasyonên espiyonaja sîber da hatine dizîn û ev yek di heyama pandemiyê da zêdetir bûye. 

Ji hêla din va di heyama pandemiyê da ne tenê Amerîka hemû dewletên ku di pergala navneteweyî da di pozîsyona hêza gerdûnî û herêmî da ne ji ber razên bazirganî û aborî yên ku di çarçoveya operasyonên espiyonaja sîber da hatine dizîn bi zirarên aborî yên mezin ra rû bi rû bimînin. Heta şirketên ku hilberîna teknolojiyê dikin yan jî şirketên navneteweyî yên ku di sektora tenduristiyê da fealiyet dikin bi operasyonên espiyonaja sîber yên ku ji hêla çavkaniyên cuda va hatine organîzekirin ra rû bi rû dimînin. Dema di vê çarçoveyê da tê nirxandin di pergala aborî ya navneteweyî da ji ber operasyonên espiyonaja sîber xisarên aborî yên mezin derdikevin holê. 

Hin operasyonên espiyonaja sîber ên mezin ên tê îdiakirin ku di heyama Kovîd-19ê da hatine kirin ev in: 

Derket holê ku hackerên Ûris û Çînî ji bo ku der barê aşiya vîrusa koronayê ya ku BîoNTechê çêkir agahiyê bistînin di adara 2021ê da êrîşa sîxuriya sîber birin ser Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) û BîoNTechê. Hat îdiakirin ku Çîniyan kariye ji ser zanîngeheke Almanyayê hin agahiyên EMAyê bidizin. [1]

Derket holê ku di adara 2021ê da ji ber kêmasiya ewlehiyê ya di pergala ragihandinê ya Mîcrosoftê agahiyên 30 hezar şirketên Amerîkayê hatine dizîn. [2] Pisporekî ewlehiyê îdia kir dibe ku li pişt vê êrîşa dijî pergala peyaman a Micrisoftê Çîn hebe. 

Di tîrmeha 2020î da Wezareta Edaletê ya Amerîkayê Çîn sûcdar kir ku piştgiriyê dide hackerên ku şirketên aşiya Kovîd-19ê çêdikin û hackeran diparêze. Amerîkatê bi awayekî fermî du welatiyên Çînê yên hewl didan ku bikevin pergala şirketên tenduristiyê û agahiyan bi dest bixin sûcdar kir. Li gor îdiayê van kesan êrîşên din ên sîber jî kirine û di vê pêvajoyê da ji dewleta Çînê piştgirî hildane. [3]

Dîsa wekî îdiayên ku Amerîkayê anî rojevê di tîrmeha 2020î da Îngiltere û Kanadayê Rûsya sûcdar kiribûn ku bi operasyonên espiyonaja sîber va xebatên Kovîd-19ê hedef digirin. [4]

Wekî ku tê dîtin di pêvajoya pandemiyê da dijîtalbûnê bandor li ser her qada jiyana me kiriye û fealiyetên espiyonaja sîber jî gelekî zêde bûne. Heta ku hember vê tehdîda ku her diçe zêde dibe pêngavên çalak neyên avêtin eşkere ye ku dewlet, saziyên navneteweyî şirketên teknolojiyê yên mezin dê bi xetereyên mezin ra rû bi rû bimînin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE