Febrîqaya Şekir a Mûşê bi tenê îsal 38 hezar ton şekir hilberandiye. Şekirê ku di febrîqaya Mûşê de tê hilberandin, difroşin bajarên din ên herêmê.
Febrîqaya şekir a Mûşê, di heyama berhevkirinê de ji 280 cotkarî, 264 hezar ton silk kirî.
Febrîqayê ji berên îsal 38 hezar ton şekir hilberandiye.
Midûrê Giştî Turgut Kızılkaya dibêje; îsal zeviyên silkê bi bereket bûn û bi saya vê yekê jî di hilberîna şekir de tu kêmbûn tune ye.
Ji febrîqaya Mûşê rojê 150-300 ton şekir tê şandin bajarên din.