Febrîqeya neqşkirina keviran

Bi riya teknolojiyê hostetiya keviran a kevnare wê berdewam bike...

Febrîqeya neqşkirina keviran

Hostetiya keviran zineateke qedîm e. êdî bi saya teknolojiyê ev zineat wê bigihêje nifşên nû jî. karmendekî midyadî ji bo hunera keviran dewam bike febriqeyeke teknolojîk vekir.

Xaniyên Midyadê bi xweşikiyên xwe balê dikşîne ser xwe.

Ew xaniyên ji keviran, ji destên hosteyên jêhatî derketine.

Ev zineat êdî bi saya teknolojiyê jî wê bê parastin.

Karmendê Midyadî Îzettin Çetin, ji bo neqşkirina keviran febriqeyeke tenkolojîk vekir.

Makîneyên di febrîqeyê de him keviran perçe dikin him jî li serê xet û neqşan çêdikin.

Bi vî awayî him estetîka xanî û avahiyên berê wê bê parastîn him jî bi saya teknolojiyê wê erzantir bibe.

Wê ev teknolojî û kevir di çêkirina mizgeft, dêr, pir û xaniyan de bên bikaranîn û ev zenaat bigihêje nifşên nû.

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE