Li Silopiyê febrîqeya veguherîna çopan hat avakirin. bi saya vê gelek karton, naylon cam û plastîkên ku ji çopan derdikevin ji nû ve tên bikaranîn.
Li Silopiya Şirnexê, 2 miteşebîsan “Febrîqeya Veguherîna Bermayiyan” ava kir.
Li Febrîqeyê 30 kes dişixulin.
Li virê rojê 5 ton çop, ji bo jinûvebikaranînê tên hazirkirin.
Bi saya febrîqê, him îstihdam çêdibe him jî derdor paqij dibe.