Felaketa aşîtê ya li Vanê

AFADê ragihand ku li Bahçesaraya navçeya Vanê di duyemîn karesata aşîtê de 33 kesan canê xwe ji dest da ku di nava wan de hêzên ewlekariyê jî hene.

Felaketa aşîtê ya li Vanê

AFADê ragihand ku li Bahçesaraya navçeya Vanê di duyemîn karesata aşîtê de 33 kesan canê xwe ji dest da ku di nava wan de hêzên ewlekariyê jî hene.

Di daxuyaniya AFADê de hat bibîrxistin ku li Vanê di navbera navçeyên Bahçesaray û Çatakê de di nava 24 seatan de cara 2yan aşît ketiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro seat 12.02yan bi ser ekîbên ku xeabtên rizgarkirinê birêve dibirin, dubare aşît ket.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li gorî agahiyan di bûyerê de 33 kesan canê xwe ji dest da û 53 kes jî birîndar bûn. Di na va wan de hinek hêzên ewlekariyê jî hene.

Hat destnîşankirin ku ji rêveberiya AFADê 59 pisporê rizgarkirinê bi 11 wesayitan bi mebesta xebatê li cihê bûyerê ne.

Herwiha ekîbeke Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cendirmeyê bi 75 kesan û ekîbeke AFADê jî bi 10 kesan digel 2 wesayitan ji Enqereyê bi balafira eskerî ji herêmê re tên şandin. 

Ji aliyekî din ve ji îtfaiyeya Şirnexê 4 kes bi giştî 153 personelên rizgarkirinê û 17 wesayit, 28 ambûlans 10 ekîbên UMKEya Wezareta Tendirustiyê ji herêmê re hatin sewqkirin.

Ji bo astengnebûna ragihandin û peywendiyê îstasyoneke baz a mobîl li herêmê bû û nuha jî 3 îstasyonên baz ê mobîl weke teqwiye hatin şandin."

.

Ji Wezîrê Karên Navxweyî Soylu der barê şepeya Vanê da daxuyanî

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê şepeya li Bahçesaraya navçeya Vanê da wiha daxuyand: "Ji 30î zêdetir tîmên lêgerîn û xilaskirinê, welatiyên me, gundparêzên me, cendirmeyên me û tîmên UMKEyê hatin xilaskirin, ew rakirin nexweşxaneyan."

Soylu li ber Walîtiya Elezîzê daxuyanî da rojnamevanan û got di şepeya ewil da 5 kes mirin.

- "Ew sewqî nexweşxaneyan kirin"

Soylu der barê şepeya ewil da got dema şepe hatiye şofêr û muawîn ji bo zincîrê bi lastîkên wesayîtê va girê bidin li derva bûne û şepe ketiye û wiha axivî: "Di xebatên lêgerînê da yên di minîbusê da bûn hatin xilaskirin, jê 5 miribûn. Yên din sax hatin xilaskirin û ew sewqî nexweşxaneyan kirin."

- "Em dia dikin înşallah hejmar zêde nebe"

Wezîr Soylu got ji bo dîtina cinazeyê 2 kesan jî xebat dihatin kirin, şev navber hat dayîn, lê di saet 12.00- 12.15an da şepeyeke din çêbû û wiha dewam kir: "Ji 30î zêdetir tîmên lêgerîn û xilaskirinê, welatiyên me, gundparêzên me, cendirmeyên me û tîmên UMKEyê hatin xilaskirin, ew rakirin nexweşxaneyan. Em wisa dizanin ku di binê şepeyê da hin kes hene. Em dia dikin înşallah hejmar zêde nebe. Ez niha diçim Wanê."

- "Xwedê ji ya xirabtir biparêze"

Suleyman Soylu got der barê hejmara kesên serê sibê hatine da agahiyeke wan tune û wiha axivî: "Der barê ekîbên UMKE û cendirmeyan da agahiya me heye, lê ji bo welatiyan agahiya me tune. Ji ber wê niha dayîna hejmaran nabe, ne rast e. Serê sibê bi çend hejmaran va dest pê kir, wêneyên xebatên nîvro û hejmara welatiyên me jî hene. Şêwirmenda Serokomarê me Gulşen (Orhan) Xanim jî di nav wan da hebû. Ew jî sax hat xilaskirin û rakirin nexweşxaneyê. Car din derbasî be, Xwedê ji ya xirabtir biparêze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE