"Felsefeya sereke ya belgeyê Edaleta Pêbawer e"

Wezîrê Edaletê Gul di fitara Komeleya Weşangerên Anadoluyê ya li Muzeya Girtîgeha Ulucanlarê da duh êvarê pirsên rojnamevanan bersivand.

"Felsefeya sereke ya belgeyê Edaleta Pêbawer e"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got, "Felsefe û dirûşmeya sereke ya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê "Edaleta Pêbawer" e. Me bi vê mottoyê xebat meşandin."

Wezîrê Edaletê Gul di fitara Komeleya Weşangerên Anadoluyê ya li Muzeya Girtîgeha Ulucanlarê da duh êvarê pirsên rojnamevanan bersivand.

Wezîr Gul got, "Felsefe û dirûşmeya sereke ya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê "Edaleta Pêbawer" e. Me bi vê mottoyê xebat meşandin."

Gul wiha pê da çû: "Belge nexşerêya Tirkiyeyê ye ku pê azadî zindî dibin, demokrasî berfireh dibe, maf û azadî tên mihefezekirin. (Danasîna terorê) di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê da li ser sererastkirinên ku têkoşîna dijî terorê zeîf nakin dixebitin."

Wezîr Gul ji bo hevdîtina Ocalanê serkêşê rêxistina terorê û parêzerên wî wiha got: "Eleqeya vê bi pêvajoya çareseriyê ra tune. Eleqeya vê bi hilbijartina Stenbolê ra jî tune."

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE