Ferîbotên herî mezin ên Turkiyeyê

Waliyê Bitlisê Çağatay: Bi saya van ferîbotan ekonomiya herêmê geş bû.

Ferîbotên herî mezin ên Turkiyeyê

Barên ku jı Turkiyeyê îxracî dewletên Asyayê dibin, bi ferîbotên herî mezin ên welêt, di Behra Vanê re diçin. Bi saya ferîbotên mezin, li herêmê bi sedan kes debara xwe dikin.

Barên ku bi trênan tînin li ferîbotên herî mezin ên Turkiyeyê bar dikin.

Ev der îskeleya Tatvana Bîtlîsê ye.

Barên ku ji çar aliyên Turkiyeyê tên bi trênan digîhînin ferîbotan.

Ferîbotên barkirî jî diçin îskeleya li navenda Vanê.

Barên li ser ferîbotan di wir re jî digihînin TIRan û bi vî awayî îxracî dewletên Asyayê dikin.

Bi saya ferîbotên mezin, li Bîtlîs û Vanê bi sedan kes debara xwe dikin.

Waliyê Bitlisê Oktay Çağatay got “Li navçeya me Tetwanê 2 ferîbotên herî mezin ên Turkiyeyê hene. Yek ji wan Siltan Alparslan e, ya din jî Îdrîsê Bedlîsî ye. Her yek ji wan dikare 4 hezar ton bar bibe. Ji xeynî wê 350 rêwî jî dikarin lê siwar bibin.”

Her ferîbotek 7 qatî ye û dirêjiya wan jî 136 metro û nîv e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE