Ferhenga Erebî-Kurdî ya Qaymeqamê ji Filistînê

 Yusif Ziya Xalidiyê Filistînî yê ku di dema Osmaniyan da bûye Şaredarê Qudsê û Mebustiya Qudsê kiriye, li Mutkiya qezaya Bidlîsê jî qasî sê salan qaymeqamtî kiriye û li vir hînî Kurdî bûye,  paşê jî ferhengeke Erebî-Kurdî amade kiriye.

Ferhenga Erebî-Kurdî ya Qaymeqamê ji Filistînê

 Yusif Ziya Xalidiyê Filistînî yê ku di dema Osmaniyan da bûye Şaredarê Qudsê û Mebustiya Qudsê kiriye, li Mutkiya qezaya Bidlîsê jî qasî sê salan qaymeqamtî kiriye û li vir hînî Kurdî bûye,  paşê jî ferhengeke Erebî-Kurdî amade kiriye.

Kesên îro li Qudsê dijîn û di bin dagirkeriya Îsraîlê da ne demekê wek welatiyê Osmaniyan dijiyan û dikaribûn li cihên cuda ên dinyayê bên mewqiyên payebilind. Ji bo vê mînaka herî baş Yusif Ziya Xalidî ye.

Xalidiyê ku di 1841an da hatiye dinyayê ferdekî ji malbata Xalidiyan e ku ev malbat li bajêr malbateke bi nav û deng e û wisa tê gotin ew ji Xalid Bîn Welid tên.

Xalid gelek wezîfe yên wek Şaredartiya Qudsê, Mebustiya Qudsê, Konsolostiya Rûsyayê yê li bajarê Potiyê, Mutasarriftiya Sêrtê, Qaymeqamtiya Mutkiya qezaya Bidlîsê kiriye. Agahiya herî balkêş a der barê wî da bêşik ew e ku wî ferhengeke Erebî-Kurdî nivîsiye.

Li gor agahiya arşîvên Osmaniyan a ku nûçegihanê AAyê berhev kiriye Yusif Ziya Efendî di sala 1887an da qasî salekê wekaleta Mutasarriftiya Sêrtê kiriye û di navbera salên 1890-1893an da jî li qezaya Mutkiya Bidlîsê Qaymeqamtî kiriye. Xalidî wê demê hînî Kurdî bûye û ferhengeke Erebî-Kurdî amade kiriye.

Ferhanga wî ya bi navê "El-Hediyyetu'l-Hemîdiyye fî'l-Lugati'l-Kurdiyye" ya ku di destpêkê da bi awayekî berfireh der barê rêzimanê da jî agahiyan dide di sala 1893an da li Stenbolê hat çapkirin.

Yusif Ziya Efendî dema ferheng amade kiriye Mela Hemîdê kurê Mele Xelîlê Sêrtî jî alîkariya wî kiriye.

- Çapa resen a ferhengê li Qudsê ye

Asim Xalidiyê yek ji eqrebayê Xalidî ye deriyên pirtûkxaneya malbatê ya ku di salên 1900î da hatiye avakirin ji ekîba AAyê ra vekir û çapa resen nîşanî nûçegihên AAyê da.

Asim Xalidî got qîmeta manewî ya vê ferhengê ji bo wan pir girîng e, ji çapa resen du heb hene ku yek di destê wan da û ya din jî li Pirtûkxaneya Beyazidê ya Stenbolê ye.

- 5 hezar û 452 peyvên Kurdî tê da hene 

Mehmet Suat Mertoglu di Ansîklopediya Îslamê ya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê da beşeke bi serenava "Yusif Ziya Xalidî" amade kiriye û behsa wî dike. 

Mertoglu dibêje di ferhengê da 5 hezar û 452 peyv hene.

Di ferhengê da ji bilî peyvan der barê bingeh û rêzimana Kurdî da jî agahî hene. Berhema Şêx Ehmedê Xanî ya bi navê "Nûbihara Biçûkan" jî tê da cih digre.

Ferhenga qismeke wê Kurdî hatiye nivîsandin û tê da hin gotinên dînî-edebî yên di nav gel da berbelav in ji hêla Mihemed Mukrî va di salên 1975 û 1987an da li Beyrûdê car din hatiye weşandin.

Mehmet Emîn Bozarslan jî beşa Erebî ya ferhengê wergerandiye Tirkî, hin beş jê derxistine û hinek jî lê ser zêde kiriye û car din weşandiye.

- Hin peyvên di ferhengê da derbas dibin

Ferheng bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin, hin peyvên ferhengê û meneyên wan wiha ne; 

"Bangdan: banga azanê, halê dema niha “Bang dide", "Bawerkirin: lêkera baweriyê, halê dema niha, "Bawer dike", "Peyik: kesê peya", "Piçuk: biçûk", "Behs: Xeber, qisse. "Banger: kevirê ku Kurd ji bo banê avahiyên xwe saxlem bikin li ser digerînin",  Paşîv: Paşîv û ji bilî vê her danê ku piştî xwarina êvarê (şîvê) tê xwarin, "Bazin: Bazin", "Bask: Per", "Palgif: Balîf"  Balgî jî tê gotin.

- Li Stenbolê wefat kir 

Asim Xalidî diyar kir ku Yusif Ziya Efendiyê di sala 1841î da li Qudsê hat dinyayê di sala 1906an da li Stenbol wefat kir, lêbelê tam nizanin ku merzelî wî li ku derê ye. 

Yusif Ziya Efendiyê piştî destpêka ilmên dînî qasî demekê li Medreseya Fexriyeyê ya li Qudsê dersên fiqih, nehîw, serf, beyan, mantiq û belaxatê hilda paşê li xwendingehan Îngilîzan a li maltayê û Koleja Robertê ya Amerîkayê ya li Stenbolê erdnîgarî, hesab, Rûmkî, Fransizî û Îngilîzî xwend. 

Yusif Ziya Efendî di tebaxa 1859an da li Dadgeha Şerîetê ya Qudsê wekî mîlazim (stajyer) xebitî, paşê derbasî Stenbolê bû û li katibiya Mektebî Xariciyeyê (Sekreteryaya Karên Derva) qasî salekî mîlazimtî kir. 

Di îlona 1867an da Yusif Ziya Efendi anîn ser wezifeya Şaredariya Qudsê, di 30yê tebaxa 1870yî da ji vê wezîfeyê îstifa kir. Paşê çend carên din jî bû Şareadrê Qudsê û di dawiyê da ji bo cara 2yan wekî parlementerê Qudsê hat Stenbolê. 

Yusif Ziya Efendi di 1ê adara 1973yan da bi hîmayeya Mehmed Reşîd Paşayê Wezîrê Karên Derva li katibiya tercumeyê ya Xariciyeyê wekî milazim dest bi wezifeyê kir. 

Yusif Ziya Efendi xêncî van wezifeyan karmendiya qeydkirina eraziyan a Sancaxa Qudsê, qaymeqamtiya Xeze, Yafa, Cenîn, Cebelê Duriz û Mutkiyê, Miteserifiya Wîlayeta Sêrtê û Konsolostiya Potiya bajarê Rûsyayê kir. 

- Îdiaya dibêjin şewqe daye serê xwe û tevgerên nebaş nîşan daye 

Demekê der heqê Yusif Ziya Efendî da îdiayên dibêjin li Viyanaya paytextê Awistiryayê "şewqe daye serê xwe û tevgerên nebaş nîşan daye" li Stenbolê belav bûn û gilî hatin kirin. Li ser vê di tehqîqatan da derket holê ku rastiya van îdiayan tune û ji binê va îftira ne. Ethem Paşayê Wezîrê Karên Navxweyî yê berê ji bo Yusif Ziya Efendî şahidî kir ku îdia derew in. 

Di dema ziyareta Qudsê ya grand dukên Awistirya-Macaristanî Rûsya û Almanyayê da, dewleta Awistiryayê nîşana Franz Jozeoh a asta 3yan, Almanyayê nîşana Couronne de Prusse (Kronenorden) ya asta 3yan, Rûsyayê nîşana Annaya Ezize (Svietoy Anni) dan Yusif Ziya Efendî. 

Yusif Ziya Xalidî li dijî tevgera siyonîst derket û ji Teodor Herz ra name şand. Der barê Yusif Ziya Efendî da di Ansîklopediya Îslamê ya Weqfa Diyanetê da gelek agahî hene. 

Yusif Ziya Xalidî zewicîbû lêbelê zarên wî çênebûn. 

- Bavê wî Qadîtiya Erzirom û Maraşê, kalikê wî Qazaskeriya Anadoluyê kir 

Mihemed Elî Xalidiyê bavê Yusif Ziya Efendî Qadîtiya Erzirom û Maraşê kir, Mûsa Xalidiyê kalikê wî yê ji aliyê diya wî jî Qazaskeriya Anadoluyê kir. 

Yusif Ziya Efendîyê ku di wezifeyên payebilind ên Osmaniyan kir karmendekê serkeftî bû, Erebî, Tirkî, Kurdî, Rumkî, Îzgilîzî û Fransizî dizanibûn û alimeke sereke bû. 

Yusif Ziya Efendî çend salan li Rojhilatê Anadoluyê wezife kir û di demeke kin da qasî ku ferhengê amade bike Kurdî hîn bû ev jî nîşan dide ku bi ezmeke mezin xebitî ye û merivekê jêhatî bûye.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE