Ferîbotên ku di navbera Elezîz û Dêrsimê de seferê dikin, ji bo turîzm û çûnûhatina Dersimê xizmeteke mezin didin. Bi taybetî havînê seferên van ferîbotan zêde dibin. Rojê nêzî 4-5 hezar wesayît bi van ferîbotan diçin û tên.
Bendava Kebanê ya li ser riya Elezîz û Dersîmê ji bo vê yekê di navbera van bajaran de çûn û hatin zêdetir bi ferîbotan tê kirin.
Ev ferîbot him çûn û hatinê hêsantir dikin him jî ji bo tûrîzma bajêr gelek girîng in.
Havînê kesên ku ji bo gerê an jî ji bo kar tên bajêr, zêdetir bi ferîbotan diçin û tên. Ji bo vê yekê jî seferên ferîbotan havînê gelek zêde dibin.
Li navçeyê 4 ferîbot hene. 2 ji wan taybet in û 2 ferîbot jî yên şaredariyê ne.