Fermandarê CENTCOMê yê Amerîkayê McKenzie: Em naxwazin bi Îranê ra şer bikin

McKenzi daxuyanî da têlevizyona LBCya Libnanê û diyar kir ku Washîngtonê di du salên dawîn da polîtîkaya zextê ya herî zêde li ser Tehranê sepand lê wisa xuya ye rêveberiya Joe Bîden dê  vê rêbazê binirxîne.

Fermandarê CENTCOMê yê Amerîkayê McKenzie: Em naxwazin bi Îranê ra şer bikin

Fermandarê Hêzên Navendê (CENTCOM) yên Amerîkayê Orgeneral Kenneth F. McKenzie got ku welatê wî naxwaze bi Îranê ra şer bike lê heke hewce bike ji bo bersivê ew amade ne.

McKenzi daxuyanî da têlevizyona LBCya Libnanê û diyar kir ku Washîngtonê di du salên dawîn da polîtîkaya zextê ya herî zêde li ser Tehranê sepand lê wisa xuya ye rêveberiya Joe Bîden dê  vê rêbazê binirxîne.

Di axaftina xwe da McKenzie ji bo operasyonên Hûsiyên ku Îran piştgirên wan e û dijî Erebistana Siûdî dibin serî wek "çalakiyên êrîşkar" binav kir û wiha domand: "Kesên li Iraqê ser navê Îranê tevdigerin û operasyona dibin ser hêzên me û îhtimaleke mezin ew çalakiyên êrîşkar in."

Der barê sûîqesta dijî Qasim Silêmanî ya qala tolhildanê tê kirin da jî McKenzie got ku hêzên Amerîkayê ji bo bersiveke wisa amade ne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE