Fermandarên Amerîkî li Akçakaleyê ne

Alîkarê Fermandar ê Hêzên Ewropayê ya Amerîkayê Korgeneral Stephen Twitty û Alîkarê Fermandar ê Hêzên Navend a Amerîkayê Korgeneral Thomas Bergeson hatin Akçakaleya navçeya Şanliurfayê

Fermandarên Amerîkî li Akçakaleyê ne

Alîkarê Fermandar ê Hêzên Ewropayê ya Amerîkayê Korgeneral Stephen Twitty û Alîkarê Fermandar ê Hêzên Navend a Amerîkayê Korgeneral Thomas Bergeson ji bo ku hevdîtinê bikin hatin Navenda Operasyona Hevpar a Yekgirtî ya li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê.

Korgeneral Stephen Twitty, Thomas Bergeson û heyeta Amerîkî piştî hevdîtinên duh ên li Serokatiya Sererkaniyê yên der barê avakirina herêma biewle ya li Sûriyeyê, hatin Balafirgeha GAPê ya Şanliurfayê, ji wir jî derbasî navçeya Akçakaleyê bûn.

Heyet bi tevdîreke mezin a ewlehiyê va hat Navenda Operasyona Hevpar a Yekgirtî ya li Fermandariya Alay Hidûdê ya 3yemîn a li Akçakaleyê hatiye avakirin.

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE