Fermandarên ANSê ji bo rêveberiya Til Ebyadê bi êşîran ra civiyan

Di Herekata Kaniya Aştiyê ya ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin li sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin, pêkanîna hizûr û aştiya li herêmê bi destê Artêşa Tirkiyeyê hat destpêkirin da navenda Til Ebyadê di roja 5emîn da ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatibû rizgarkirin.

Fermandarên ANSê ji bo rêveberiya Til Ebyadê bi êşîran ra civiyan

Fermandarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ji bo rêveberiya Til Ebyadê ya ku ji terorê hatibû paqijkirin bi nûnerên êşîran ra hatin bal hev. 

Di Herekata Kaniya Aştiyê ya ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin li sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin, pêkanîna hizûr û aştiya li herêmê bi destê Artêşa Tirkiyeyê hat destpêkirin da navenda Til Ebyadê di roja 5emîn da ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatibû rizgarkirin.

Li navçeyê piştî 4 sal û nîv din ji bo îdareyeke herêmî ya berwext pêngava ewil hat avêtin. 

Fermandarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û nûnerên êşîran duh êvarê hatin bal hev. 

Di civînê da ji bo avakirina "Meclisa Merivên Rûspî" biryar hat dayîn. 

Meclisa berwext û fermandarên ANSê heta ku meclisa herêmî tê avakirin wê rêveberiya navçeyê bikin. 

 "Wê hemû tişt baştir bibin"

Ji fermandarê ANSê Yûsif Abud daxuyanî da û got: "Piştî me navçe bi dest xist hê roja duyemîn me firinên nan vekirin. Nexweşxaneyên herêmê xizmetê didin. Em ê niha jî meclisên xwe ava bikin."

Abud got ku ew ê ji bo îxtiyacên bajêr tişta ji destê wan tê ew ê bikin û wiha dewam kir: "Bi îzna Xwedê di demeke kin da wê ceyran jî were bajêr. Şaredarî jî wê dest bi xizmetê bikin. Em sozê didin gelê xwe wê hemû tişt baştir bibin." AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE