Bi îmzeya Serok Recep Tayyîp Erdogan va biryarên Serokomar di Rojnameya Fermî da weşiyan û li gor biryaran seba fermandariyên cendirmeya 38 bajaran fermandar hatin tayînkirin. Cihê wezîfeya 18 generalên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê guherî. Her wiha 4 albay bûn general, 2 general jî hatin teqawidkirin.
Li gor biryarnameyê Fermandarê Cendirmeya Bajarê Konyayê Tuxgeneral Ercan Yaşîn û Fermandarê Cendirmeya Bajarê Manîsayê Tuxgeneral Erhan Can teqawid bûn.
Li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Albayên Biqidem Mustafa Erdem û Erhan Demir û Albayên Biqidem ên Kurmay Yuksel Yîgît û Naîl Îlbey terfiyê tuxgenraltiyê kirin.
Di çarçoveya biryarê da cihê wezîfeya 18 general û 30 albayan guherî, fermandarên cendirmeyan ên 38 bajaran jî guherîn.
AA