"Fernerbahçe ji avakirina xwe vir da bû kuluba lokomotîfa spora welatê me"

Serok Erdogan di Civîna Lijneya Dîwana Bilind a Fenerbahçeyê de axivî.

"Fernerbahçe ji avakirina xwe vir da bû kuluba lokomotîfa spora welatê me"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Heke piştî 150 saetî herêm ji terorê neyê paqijirin wê çaxê em ê dest pê bikin û hemû paqijiyê bikin."

Erdogan di Civîna Asayî ya Lijneya Dîwana Bilind ya Kilûba Fenerbahçeyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Fernerbahçe ji avabûna xwe vir da bûye kilûba lokomotîfa spora welat û wiha got: "Ne dijminên ji derva hatine û ne jî yên nav welêt tu carî kilûba me ji rêya xizmeta milet û welatê xwe neanîne xwarê."

Erdogan diyar kir di qada xizmet û xebatan da piştevanî dane her kesî, lê di nav dilê wan da cihê Fenerbahçeyê pir cihê ye û qet neguheriye û wiha axivî: "Em ê piştgiriyê bidin xebatên Lijneya Dîwana Bilind yên ji vê şûnda werin kirin û hemû tevkariyê bidin. Îro me wek endamê kongreyê sala xwe ya 25emîn qedand û endamtiya Lijneya Dîwana Bilind jî heq kir. Ev unwan xeyala hemû hezkirên Fenerbahçeyê ye."

Serokomar Erdogan diyar kir li gor qinaeta wî di sporê da li ciyê ku dixwazin werin ya rastî li ciyê ku heq dikin nîne û got ku xebatên ji bo werzişvanan û binesaziya sporê yên herî mezin yên dîroka Komarê di 17 salên dawîn da hatine kirin.

Erdogan destnîşan kir ji bo pêşî li PKK, YPG û DEAŞa ji Sûriyeyê berê xwe dane welatê wan bibirin hewla tesîskirina herêma ewle didin û got ku em gihîştin hedefa xwe.

Serokomar Erdogan der barê mutabaqa bi Rûsyayê ra hat kirin da got ku heke piştî 150 saetî herêm ji terorê neyê paqijkirin wê çaxê em ê dest pê bikin û hemû paqijiyê bikin û wiha axivî: "Hin tiştên me xemgîn dikin hene. Serokên dewletan bi serkêşên terorê ra li dor maseyê rûdinin diaxivin û ji me dixwazin ku navçîtiyê bikin. Em tu carî bi van terorîstan ra rûnanin û naxwazin ku ew navçîtiyê bikin."

Erdogan diyar kir hêviya wan ya ji civaka navneteweyî ew e ku rêzê nîşanî hesasiyeta wan ya ji bo ewlehiya sînorê wan bidin û piştgiriyê bidin projeyên wan yên ji bo vegera welatiyên Sûriyeyê.

Serokomar Erdogan bi derdewamiyê da got ku heke rêxistina terorê ji nav xeta 30 kîlomêtreyî yan jî ji derva êrîşan bidomîne, hetanî ku derê direvin bira birevin em ê berî wan bidin û ya lazim bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 22:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE