Festîvala wêjeyê ya ciwanan

Yekitiya Nivîskaran ji bo piştgriya nivîskarên ciwan cara 3yan festîvalê li dar dixe...

Festîvala wêjeyê ya ciwanan

Ciwan dê bi nivîskaran re bicivin û berhemên xwe bidin nasîn

Yekitiya Niviskarên Tirkiyê bi navê “7 gir 7 cih” festîvala wêjeyê ya ciwanan li dar dixe. Armanc piştgrî û gihandina nivîskarên ciwan e. Festîval 2 rojan wê dewam bike.

Stenbol di dîrokê de her bûye navenda wêjeyê jî.

Bûye warê nivîskar û şairan.

Yekitiya Nivîskarên Tirkiyê jî li vî bajarê edebiyatê bi navê “Heft Gir Heft Cih” Festîvala Wêjeyê Ya Ciwanan li dar xist.

Serokê Şaxa İstanbulê ya Yekitiya Nivîskarên Tirkiyeyê Mahmut Biyikli: Her sal emê li cihekî cuda saz bikin. Li Tirkiyê ciwan û edebiyat piçekî hatine ixmalkirin. Em jî dixwazin wan têxin rêzên ewil ên rojevê. Lewra zimanê edebiyatê mirovan digihîne hev, yekitiyê ava dike.

Îsal cara 3yan e û çalakiyên festivalê li medreseya şaxa stenbolê ya yekitiyê tên kirin.

Bi saya mihrîcanê ciwanên ku nû dest bi nivîsê dikin dê bi nivîskarên navdar re rûnin.

Nivîskarê Ciwan Sinan Ergün: 2 sal berê min pirtûkek çap kir. Û bi wê wesileyê min ev yekitî nas kir. Îro jî fetsîval heye. xwendekarên zanîngehan, klubên wêjeyê û yên nivîskaran beşdar dibin. ji bo me derfeteke mezin e. em gelekî spas dikin.

Festival 13ê Nisanê roja şemiyê jî dê dewam bike.

Hemû ciwanên ku ji xwendin û nivîsandinê hez dikin dikarin tevlê bin.

Dîroka nûkirinê: 13 Nîsan 2019, 16:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE